Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, hişyarî ji çi vegerandina kotekî ya peberên Sûrî ji Libnanê berve deverên di bin kontirola rijêma Esed de da, û dît ku ew tawan û binpêkirina yasayên navdewletî ye.
Û Cîgira Serokê Hevbendiyê ji desthilatên Libnanê daxwaza rawestandina rijdiya li ser vegerandina penaberên Sûrî berve çarenivîsa diyar li deverên di bin kontirola rijêma Esed ya tawanbar de kir.
Û ev daxwiyanî di dema destpêka birêketina malbatin Sûrî ji yên li Libnanê ji bo vegera deverên di bin kontirola rijêma Esed de hat, û hejmara wan malbatan gihiştiye derdora 200 malbatî, wek beşekî ji piroseya ku Libnanê navê “Pirograma Vegera ji ber Xwe ve” lê kiriye.
Û Hebûş tekez kir ku Sûriya ta niha ne-ewle ye, û rewşa wê ji vegera aram û hêmin û ji ber xwe ve re ne guncav e, û bal kişand ser ku penaberên bi darê zorê vegeriyane dê rastî metirsiya girtina kotekî û îşkenca di girtîgehên rijêmê de werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî