Serokê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab ragihand ku hêzên şoreşa sûriyê razîbûna xwe ya destpêkî li ser agirbesteke demkî dane, bi mercê ku li jêr çavdêriyeke navdewletî be.
Herwiha Hicab daxwaza gerantiyên navdewletî kir ku Rûsiya û Îran û mîlîşên tayifeperist jî ji aliyê xwe ve şer rawestînin û dorpêçê rakin ji ser sercem navçeyên dorpêçkirî, û dabînkirina gihandina alîkariyên mirovî bo xelkên dorpêçkirî, û serbestberdana zîndanî û girtiyan.
Ji aliyek din, mezinê danustandinkaran Mihemed A’lûş da zanîn ku agirbest bi xwe rêşûnek demkî ye û ne pîlankirî bû, û tekez kir ku rêxistina DAÎŞê ji du rojan ve nêzîkî 25 gundan li gundewarê Helebê radestî rêjîma Esed kirine, û hin nûçe û salox hene ku DAÎŞ amade ye Reqayê (ciha xwe yê sereke di Sûriyê de) radest bike, ku ev yek wê yekê dupat dike ku hemahengiyek hewalgerî di navbera DAÎŞ û rêjîmê de heye.
Ajansa “Sibotinîk” li ser zarê jêdereke opozisyona Sûriyê ya li Jinêvê ragihand ku gotubêjên di navbera Amerîka û Rûsiya de yên berî du rojan, bi têkistekî hevbeş derketin, ji bona rawestandina karên dijminkarî, û wê piştî heftiyekê ji ragihandinê di warê bicihkirinê de be.
Jêder: Wekalat