Di xwîndartirîn roj de, firokên Rûsî duh înê êrîşin li pey hev bi ser taxin Heleb, Gundewarê Şamê, Humsê, û Idlibê de birin, komelgehên avahiyê, sûk, û nexweşxaneyên meydanî armanc kirin, û li gor zaniyariyên ku nivîsgeha ragihandinê di Hevbendiya Niştimanî Sûrî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikya Sûrî belge kirin, 227 sivîl, 43 zarok, û22 jin şehîd bûn.
Endamê Hevbendiya Niştimanî û Serokê Encumena Bajarê Helebê Usama Telco got bumbebarankirin gihişt 25 deveran li Helebê û Gundewarên wê, û deverin sivîlan ku Artêşa Azad lê tune ye armanc kirin, firokên Rûsî bêtir ji 100 sarûxên valahî û bumbeyên goşî bikar anîn.
Telcoyê ku li Heleba rizgarkirî rûdinê tekez kir ku hejmara şehîdên ku li Helebê û Gundewarên wê hatine belgekirin gihişt 107an, hîn tîmên parastin û hawarçûnê li kesên sax di bin kavil û wêraniyan de digerin, û hewl didin ku laşê hin qurbaniyên dî bikişînin. Û destnîşan kir ku pêdiviyên gerek bo ev kar bilez pêk were tune ne.
Telco diyar kir ku kargeha Kompanya Niştimanî bo Dermanan piştî wêrana mezin ku gihişte wê û enbara wê ji ber pênc êrîşan rawestyaye.
Endamê Desteya Siyasî ê Hevbendiya Niştimanî Hesan El – Haşimî kuştarên roja Ina xwîndar bi “Tawanên cengê û dijî mirovahiyê” binav kirin, ji ber qurbaniyê wê zarok, jin, û kesên sivîl bûn.
Telco got:” Tiştê ku bû, li gor nerîna Rûsî ji çareseriyê re ye, û di demeke hûrbîn û rêbazkirî de hat, ew jî heman nerîna rejîma Beşar di çareya leşkerî, û berdewam di pêkanîna kuştina rêbazkirî de ye “. destnîşan kir ku hewldanin hene” Bo ferzkirina berdewamiya rejîma Beşarê Esed li ser milletê Sûrî, ku ew dijî hebûna wî bo yek rojê jî ye”.
El- Haşimî bal kişand ku artêşên Rûsya, Iran, û Milişiyên Hizbilla ên tirorist” Nikarîbûn di van salan de bihêlin milletê Sûrî bişkê, û nikarîbûn viyanna wî ya rûxandina rejîmê bi hemû sembolên wî ve bişkînin, ji bo avakirina dewleta sivîl, ku her kes tê de mafê azadî û rûmeta xwe bistîne.”.
Jêder: Hevbendî