Rêxistna Pijîşkên Bê Sînor nav di her pênc dewletên endamên herdemî di Encumena Ewlehiyê de da ta ku bi erkê xwe di parastina sivîlan û rawestana kuştarên ku li Sûryayê mezin dibin di bileztirîn dem de rabe. Ev yek piştî kuştarên ku firokên dagîrkerê Rûsî li Sûryayê û bajarê Dûma bi taybet bikar anîn hat.
Rêxistinê got bêtir ji 70 kesî li Sûryayê hatin kuştin û 550 di êrîşeke azmanî de ku sûkek li bajarê Dûma nêzîkî Şamê armanc kiribû birîndar bûn, û berdewam kir ku tîmên pijîşkî zêdî karînên xwe westandin ji bo çareserkirina birîndaran, ji ber nexweşxaneya meydanî berî kuştarê bi rojekê hatibû bumbebarankirin.
Rêxistinê tirsa xwe anî ziman ku ev bumbebarankirina dijwar li ser Bakur û nîvê Sûryayê di Cotmehê/Oktober de bibe sedema encamin tirsnak eger bêtir bi ber deverên dorpêçkirî li derdora paytextê ve herin , ji ber nêzî Melyon û nîveke kes lê dijîn û riyên revê tune ne, û ji bilî hindek ji navendên pijîşkî tune ne û derfeta derxistina birîndaran tune ye.
Rêxistinê diyar kir ku 250 nexweş hewcedarî nojdariyê ne, û 300 kesê dî jî hatin birînên xwe derman kirin. Tîmên hawarçûnê kûrbûn û pirbûna birînan bi “yekemîn care” salix dan.
Rêxistinê herweha diyar kir ku rêjeya jin û zarokan ên kêmî pazdeh salan derdora 40% ye ji birînadarên ku navendên pijîşkî yên Rêxistina Pijîşkên Bê Sînor piştgiriya wan li Xûta Rojhilatî ta îro dike derman kirine.
Destnîşan kir ku ev rêjeya bilind ji mirin û birîndaran re di nav sivîlan de ji ber armanckirina berdewam bo deverên ava ye, jibiî ku xelkên deverên dorpêçkirî mîna nîşanin zindî tên dîtin, di dîliyê de dijîn, û tu çareya revê ji ber bûyerên bumbebarankirinê li pêş wan tune ne.
Rêvebirê operasyonên rêxistinê li Sûryayê Birays Do lîfînî got:” Operasyonên bumbebarankirina bitewşî ji sûkên dagiirtî re, û wêrankirina dûbare ji navendên pijîşkî re, mîna binpêkirinekê bo hemû yasayên cengê ye.
Dolî Fînî wisa jî got ” Du nexweşxaneyên meydanî li du taxên dorpêçkirî ji Xûta Rojhilatî hene, dikevin ber bumbebarankirineke berdewam, û ev cara çaran e ku em îsal alîkariya van her du navendan dikin û piştgiriya istratîjî ji wan re peyda dikin ta çalakiyên xwe berdewam bikin”.
Dolî Fînî tirsa xwe ji tiştê ku bibe anî ziman, eger ku dorpêçkirina rejîma Esed ferzkirina mirina hêdî be, ew niha dike bibe kuştareke lezgîn alavên wê derbên azmanî ne.. ji ber gulleyên segvanan nahêlin xelkên van deveran derkevin.
Jêder: Hevbendî