Rêveberiya saxlemiya gundewarê Şamê serjimêriyek tirsnak li ser hejmara qurbaniyên Xûta Şamê ya rojhilat belav kir, û li heman demê ji aliyê xwe ve, berpirsên Hevbendiya Niştimaniya Sûrî tekez kirin ku her nermiyek ji aliyê civaka navdewletî bi rijêma Esed re wê bibe sedema zêdebûna tawanên şer.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan got ku bobelata mirovî ya bi serê Xûta rojhilat hatî, dawîtirîn bangewazî ye bo NY da bi erkê xwe yê mirovî û yasayî û parastina sivîlan rabe.
Rêveberiyê saxlemiyê diyar kir ku 1201 sivîl hatine kuştin û 8804 sivîlên din birîndar bûne ji sê heftiyên borî ve ji oparesyona leşkerî ya hovane ya li ser Xûtayê ya bi serkêşiya rijêma Esed û bi piştgiriya Rûsiya, û bal kişand ku 209 ji şehîdan zarok û 213 jin in.
Herwiha amaje bi kuştina du pizîşk û 4 birînpêçan û xanimekê kiriye, bi sedema armanckirina nexweşxane û xalên pizîşkî li navçeyê.
Ku hejmarên qurbaniyan tekez dikin ku bobelata mirovî li Xûta gihiştiye sînorekî çavrênekirî, zêdebarî dorpêçkirina navçeyê û bombebarana li ser ya ji pênc salan ve.
Elferhan cext li ser pêwîstiya hevkariya dewletên dostên gelê Sûriyê li hember tawanên şer yên li dijî sivîlan kiriye, û xwestiye ku ji derveyî çarçovê konseya ewlekariyê rabin bi arastekirina êrîşeke leşkerî li dijî rijêma Esed ji bo neçarkirina wê li ser pabendiya bi biryara 2401 ya tekest li ser agirbest û derbaskirina alîkariyên mirovî bo xelkê pêwîstdar dike.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û endamê desteya danustandinan Hadî Elbehra, ji hindur konseya ewlekariyê bikaranîna hêzê li dijî rijêma Esed bi “pêgaveke pêwîst ya derengketî û fakterê pêşdeçûna piroseya siyasî û danustandinan dîtibû”, herwiha nerazîbûna xwe nîşan dabû li hember vîtoya Rûsiya û jikarxistina konseya ewlekariyê bi carekî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî