Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Nezîr Hekîm, tekez kir ku hewildanên bikarînana bobelata erdheja ku li Sûriyê û Tirkiyê daye, ne tenê ji aliyê rijêma Esed bû, lê heta hevalbendên rijêmê jî sûde ji wê bobelatê wergirtin, û li şûna ku alîkariyan pêşkêşî xelkên ziyandar bikin, bi çek û cebilxaneyan piştgiriya rijêmê û milîsên xwe yên li sûriyê kirin.
Û Hekîm di daxwiyaniyên taybet de got ku herçendî erdheja xwezayî piştî erdhejên mirovî yên ku rijêma Esed di heyama zêdetir ji yanzdeh salan de çêkiribûn hat, lê heta di bobelatên xwezayî de jî rijêmê û hevalbendên wê hişmendiya xwe di bikaranîna tirajîdiyên xelkê de eşkere kirin.
Û Hekîm got ku rijêma meleyan ne tenê bi rêya milîsên xwe yên li Sûriyê belav bûne beşdariya rijêmê di kuştina sûriyên ku tenê azadiya xwe xwestine kir, lê Îran di bikaranîna bobelata xwezayî de jî ji bo berjewendiya rijêma tawankar beşdar bû.
Û çavkaniyin dewletên biyanî, Sûrî û Îranî û Îsraîlî, amaje bi wê yekê kiribûn ku rijêma meleyan bobelata erdheja li Sûriyê ji xwe re bikar anî, û çek û alavên leşkerî yên nû derbasî Sûriyê kirin, li gorî rapora Reuters yaku duh çarşemê hatiye weşandin.
Û çavkaniyan gotin ku piştî erdheja 6ê sibatê ya ku bidehên hezaran kes li bakurê Sûriyê û Tirkiyê têde bûne qurbanî, bi sedan geştên asmanî dest pê kirin û ji Tehranê li firokexaneyên Heleb, Şam û Laziqiyê daketin, û pêdawîstî anîn û 7 hefteyan berdewam kir.
Û heman çavkaniyan anîn ziman ku di nava keresteyên Îranê de alavên pêwendiyê ên pêşkeftî, batariyên radarê û parçeyên yedek ên pêwîst bo nûjenkirina sîstema berevaniya asmanî ya rijêma Esed, ên ku ji aliyê Tehranê ve hatine pêşkêşkirin, hebûn.
Û ajansa Reutersê li ser zimanê jêderin Israîlî ragihand ku piraniya barhilgiran gihiştine firokexaneya navdewletî ya Helebê, û Yekîneya 18000 ya Feyleqa Quds a Îranê ji bo wergirtin û veguhestina wan kar kir, di heman demê de çek bi rêya bejahî di riya xaka Iraqê re ji aliyê Yekîneya 190 ve hatin veguhestin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî