Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, amaje bi wê yekê kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û tevaya hêzên şoreşa Sûrî, hê jî hêviyên xwe bi helwêstên prensîbî û rastgo yên birayên me yên ereb girêdidin, ji bo rawestana di rûyê rewakirina rijêma Esed de û nehiştina windakirina xwîna milyonek şehîdên Sûrî.
Û Elmislit pesnê helwesta zelal û rûmetdar a dewleta bira ya Qeterê derbarê Sûriyê da, ya ku têde bi awayekî eşkere redkirina xwe ji asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed ya tawankar re tekez kiriye.
Û Elmislit bal kişand ser ku gelê Sûriyê helwêstên pêşeng ên Qeterê di piştgiriya daxwazên wî yên azadî û dadperweriyê de, bi riya helwestên wê yên siyasî û alîkariyên mirovî yên salên bûrî ji bîr nake.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, duh pênşemê, cext kir ku rijêma Esed rêbaza tawankarî û terorkirinê di tepeserkirina gelê Sûriyê de yê ku ji 12 salan de daxwaza azadiyê dike bikar anî, û tawanên herî hovane di dîrokê de pêk anîn, di riya bikaranîna çekên kîmawî û bermîlên teqîner û bi dehan çekên qedexekirî li ser asta navdewletî dijî taxên niştecihan re, û got ku ji dewletên ereb û civaka navdewletî tê xwestin ku karê cidî û rasteqîn bikin ji bo dadpirsînê û sepandina fişaran li ser rijêmê bi hemû rêyan, bi armanca cîbicîkirina piroseya siyasî û jibîrnekirina tawanên wê.
Û Hevbendiya Niştimanî bang li birayên xwe yên ereb kir ji bo helwêstên xwe yên derbarê vê rijêma tawankar careke din di bin çavan re derbas bikin, û li ser helwestên cihê serbilindiyê ji pêwîstiya dûrxistina rijêmê û sizadana wê li ser tawanên ku li dijî gelê Sûriyê û gelên deverê pêk anîne, bimînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî