Endamên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca ji bo serokatiya Hevbendiyê helbijartin, û Hîşam Merwa û Nexem Elxadirî wek du cêgiran jê re, û Yihiya Mektebî hat helbijartin sekertirê giştî ji Hevbendiyê re. Herwiha desteya siyasî hat helbijartin ji van birêzan; Ehmed Remedan û Ekrem Esaf û Xalid Elnasir û Bedir Camûs û Hesan Elhaşimî û Husên El’ebdela û Salim Elmislit û Selah Derwîş û Ebdilehed stêfo û Fadî Ibrahîm û Mihemed Dixêm û Mihemed Bengo û Mihemed Qedah û Nezîr Elhekîm û Nûra Elemîr û Hadî Elbehra. Hêjayî gotinê ye ku Nesir Elherîrî serokê berîniha yê Hevbendiyê berberê Xalid Xoca bû di helbijartinan de, û di çavpêketineka taybet de bo Nivîsîngeha Ragihandinê got :” min xwe amade kiribû bo hilgirtina berpirsyaretiyê lê qedera xudê xwest ku Xalid Xoca bibe serok bi rêka sindoqên dengdanê, ev piya hat helbijartin bo serkirdayetiya qonaxa bê ji jiyê şoreşa Sûriyê, ku ew bi xwe cihê baweriya me ye, û her ji destpêka şoreşê û heta niha gelek xizmet pêkêşî şoreşê kirine. Em pirozbahiyê didin hevalê xweştivî Xalid li ser wergirtina vê pileya nû, û ji yezdan dixwazin hevkarê wî be di hilgirtina vî barî û di serkêşiya gemiya şoreşê de, ku wê rastî hezarên pêlên navdewletî bibe nemaze di vê qonaxa hestiyar de ji jiyê şoreşa Sûriyê”.
Jêder: Hevbendî