Rewşa jiyana niştecihên Helebê aloztir dibe bi berdewambûna dorpêça wê ji hêla hêzên Rêjîma Esed û milîtanên Îranî ve, ku bûye 87 roj li ser hev êrîşên asmanî bi beşdarbûna firokên Rûsî berdewam in, piştî operasiyona leşkerî ya dawî ko ji 15 vê çêriya pêşî/November destpê kiriye.
Emîndarê giştî yê Encûmena parêzgeha Heleba azad, Ebdulrezaq Rezûq ji “Toreya Şam” re diyar kir ko rewşa jiyanê li Helebê ber bi têkçûnê ve dire, bi sedema kêmbûna heyberên xwarinê û li ser vê yekê got: “hesreta xelkê nanek e.”
Rezûq bal kişand ser bobebarankirina Embarên xwarinê yên bi ser Heyva Sor û rêkxistina “Elqelb Elkebîr” û rêkxistina “Ihsan”, hem jî Embarên Encûmena Bajêr, û destnîşan kir ko evê yekê bandoreke neyênî li ser rewşa jiyanê kir û xwarin hinbihin ber bi nemanê ve diçe.
Li gora serjimara Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbenbendiya Niştimanî ya Sûrî, 595 kes nîvê wan jin û zarok bûn di operasiyona ji berî 11 rojan ve dest pê kiriye şehîd ketine, û hêzên Esed bi bombebarana li ser taxên bajarê Helebê 54 kuştar pêk anîne, her weha 21 kuştar li gundewarê Helebê. Her wiha rêjîma Esed gaza kilor di vê demê de 3 caran bikar anîye, hem jî 9 nexweşxane li Helebê û gundewarê wê ji xizmetê derxistine.
Emîndarê giştî yê Encûmenê tekez kir ko rewşa bijîşkî li bajarê Helebê pir xerab e, bêtir got “yê ko birîndar bibe, kesekî ko wî çareser bike an cihekî ko lê çareser bibe nabîne”, piştî ko hemû nexweşxanên bajêr ji xizmetê derketine û gelek endamên tîmên bijîşkî birîndar bûne.
Birêveberiya Tendiristî ya Helebê ragihandiye ko hemû nexweşxanên li taxên dorpêçkirî ji xizmetê derketine û di daxuyaniyekê got ko ew nema karin pêdiviyên gerek bo sivîlên dorpêçkirî bicih bînin.
Ziyanên karta fêrkirinê li bajêr gihane asteke nebûyî, ku ji 184 dibistanî ko wane didan 29141 xwendekarî, ji 98 dibistanan pêve nema ye, û ew xizmetê ji 71212 şagirtan re pêşkêş dikin. Hejmara şehîdên kadirên fêrkirinê bi sedema amanckirina dibistanan gihaye 27 mamosteyan, û bêtir ji 104 şagirtî şehîd ketine. Rezûq destnîşan kir ev hejmar her diçe di“tawana berdewam”de bêtir dibe.
Rezûq gotina xwe bidawî kir û got ku ev rewşa diltezên û rastiyên cihê matmayînê yên tê de “şermezariyeke ji mirovahiyê û cîhanê bi giştî re, çimkî li himber vê wêranî û xwîn û kuştinê û belavbûna bihna mirinê li hemû taxên dorpêçkirî neliviyan”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Toreya Şam