Xelata ji şûna Nobilê ya taybet bi mafên mirov hat dan bo girûpa xwebexşên Bergiriya Bajêrvaniya Sûriyê ya bi xwdiyênʺkumên Sipîʺ tê binavkirin, yên zêdetir ji şeş salan kar dikin ji bo hawarçûna kesên ziyan li wan bûne, ji encama bombebarankirina li ser taxên nişteciyan dibe, ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya.
Û di dema wergirtina xelatê de li Stikholim paytexta Siwêdê, Serokê Xwediyên Kumên Spî, Rayid Elsalih, got ku “beşdariya me ya herî mezin ne tenê di rizgarkirina giyanê 73 hezar kesî ji mirinê de bû, belê me hêvî li cihên ku hêvî li wan nema bû çêkir”.
Tevî ku karê wan mirovî ye, baregehên wan jî rastî bombebarankirinê û êrîşên berdewam dihatin ji aliyê firokên Esed û Rûsiya yên li ser bajar û bajarokên Sûriyê, û gelek navend û otimbêlên wan hatin bombebarankirin û hejmarek ji karmendên wan ên xwebexş hatine şehîdkirin.
Û Elsalih li ser destpêka karê rêxistina xwe di adara 2013 an de axivî, dema sivîlên Helebê bi êrîşên esmanî yên Rijêmê bi bermîlên teqîner dihatin armanckirin û got ku “bandora bermîleka teqîner li cihê lê dikeve, biqasî erdhejeka 8 pileyî bi pîvera rêxterê ye”.
Û got ku wan sê hezar kesên xwebexş hene, di nav wan de xerat û nanpêj û pisporên eletrîkê hene, û wan soz dane ji bo “rizgarkirina giyanên mirovan bê berçavkirina cudahiyên siyasî û olî û tayifî”.
Hêjayê gotinê ye ku sê aliyên navdewletî yên din ligel xwebexşên Bergiriya Bajêrvaniyê hevparên vê xelatê bûn, û damezrênerê xelata “The Right Livelihood”, Cakop Von Oksêkil got ku serkeftiyên xelatê “ji gotina rastiyê ji desthilatê re netirsiyan”, ku xebata ” The Right Livelihood ” ya tê binavê xelata li şûna Nobilê, salane ew alî pê tên xelat kirin yên kar dikin di biyavê mafên mirov û saxlemiyê û perwerde û aştiyê de”.
Herwiha ku”Xudan Komên Spî” ji aliyê hin çalakvanên Sûriyê û hin rêxistinên mafnas û hawarhatinê yên Sûriyê û yên navdewletî hatibû berbijêrkirin bo wergirtina xelata Nobilê ya aştiyê ya sala 2016 an, û ji bo vê yekê hin çalakvan rabûn bi kampaniyeka piştgiriyê ji bo berbijêrkirina xwebexşên Bergiriya Bajêrvaniya Sûriyê bo bidestxistina vê xelatê, ji bo karê wan yê di metrisîdartirîn navçeyên cîhanê de.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê + Wekalat