Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tawana rêjîma Esed ya ku bû sedema pêkanîna komelkujiyekê li Seraqib ya li gundewarê Idlibê û 25 kes têde hatin şehîdkirin şermezar kir.
Elmislit tekez kir ku rêjîma Esed rêjîmek tawankar û terorîst e û wek her bendeka kirêkirî ya kuştinê ye di Cîhanê de, lê bi kirasê sîstema fermanrewiyê ye, û Elmislit berpirsyartiya rawestandina terora Esed xist li ser stûyê her yekê dibêje ku ew endamekî kara ye di civaka Navdewletî de, Bişar Esed ew terorîstê zal li ser serê rêjîmeke tawankar ku hemû sînorên kuştin û wêrankirinê derbas kirine.
Ku êvara duhî roja çarşemê firokên Esed herdu bajarên Seraqib û Me’eret Elnu’iman li gundewarê Idlibê bombebaran kirin, têde bazara Seraqibê bi mûşekeke valahiyê hate armanckirin û têde 25 kes bûne qurbanî û di nav wan de 8 zarok bûn, û bêhtir ji 10 kesên din birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî yên nêzîk.
Herwiha ji encama wê êrîşê gelek cihên bazirganî hatin şewitandin ku hêjî tîmên bergiriya bajarvanî di nav kavil û wêraniyan de li bêserûşûnan digerin.
Herwiha firokên cengê yên rêjîma Esed taxa rojava ya bajarê Me’eret Elnu’iman bi mûşekekê armanc kir ku têde du zarok ji yek xêzanê hatin kuştin, herwiha dayîkek û zarokeke xwe jî birîndar bûn, ku di heman demê de tîmên hawarçûnê bi hawara birîndaran ve çûn û ew veguhestin nexweşxaneyên meydanî, û li aliyekî din Tîmên bergiriya bajêrvanî paşmayên bombebarankirinê li ser rê û şeqaman rakirin û kortik dagirtin.
Jêder:Hevbendî