Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Parêzer Mistefa Oso got: sibe roja Înê 31/7/2015, Hevbendiya Niştimanî Sûrî dê dest bi civînên xwe yên normal bike, ew civînên li gora sistema bingehîn ya Hevbendiyê her meh û nîvekê lidar dikevin.
Oso estnîşan kir ko lîsteya karê civînan wê li ser gotûbêjkirina rewşa siyasî û ya meydanî û rewşa hevbendiyê bi giştî be, Her wiha babeta Rêjîma Sûrî û rewşa navdewletî û ya herêmî bigiştî, her wiha pêşveçûnên meydanî yên dawiyê û mijarên darayî û birêveberî yên navxweyî yên Hevbendiyê dê bêne gengeşekirin.
Oso weha jî got, di civînên ku wê sê rojan berdewam bikin de, wê damezirandina Encûmena Leşkerî li gora benda 31 ji sistema navxweyî ya Hevbendiyê bê behskirin, di pey re dê hilbijartinên Serokatiyê çê bibin, her wiha Endamên Desteya Siyasî jî dê bêne hilbijartin.
Di derbarê rewşa firakisyona Kurdî ya di Hevbendiyê de, Oso destnîşan kir ko çi guhertinên bingehîn tune ne lê belê hinek Endamên firakisyona Kurdî kêm in, ew dê hewl bidin wê valahiyê dagirin li gora nameya Encûmena Kurdî ji Hevbendiya Niştimanî re hatiye ji bo Encûmena Niştimanî Kurdî Endamên xwe tekûz bike.
Jêder : Hevbendî