Miwefiq Nêribiyê endamê Hevbendiya Niştimanî nameyek radestî serokê parlemantoya Ewropî “Martin Şoltiz” kir, têde cext li Civaka Navdewletî kiriye li ser giringiya standina gavên pêwîst û vebir ji bona parastina xelkê Sûriyê ji binpêkirinên zêdetir yên mafên mirov.
Herwiha di nameyê de Nêrebiyê bi navê Hevbendiyê sipasiya piştgiriya Yekîtiya Ewropî kiriye li ser lidarxistina pêşangeha Qeyser ya wêneyên fotografî ya têde bikaranîna eşkencedana peyrewkirî ji aliyê rêjîma Esed di girtîgehan de hatibû belgekirin, herwiha di nameyê de pêdagirî hatiye li ser giringiya saxkirina piroseya dad û lêpirsînê bi rêka dîtina bijardeyên cêgir ji ber rewşa Sûriyê û astengiyên raguhestina fayîlê dad û lêpirsînê bo dadgeha tawanên navdewletî, ji wan bijardeyan dirustkirina dadgeheka taybet yan dadgehkirina encamderên binpêkirinên mafên mirov bo dadgehên Ewropa û bikaranîna piransîp û yasayên desthilata dadweriya Cîhanî.
Dîsa di nameyê de hatiye ku vejandina piroseya dad û lêpirsînê dibe ku bi rêka mikumkirina sizayan be li dijî binpêkerên mafên mirov, herwiha şandina nameyek aşkere ku ji îro pê de lêborîn û kar nayê kirin ligel çanda azakirinê ji sizayê ya niha di Sûriya de, û nameyê cext kiriye li ser pêwîstiya parastina gelê Sûriyê ji binpêkirinên zêdetir yên mafên mirov li ser destê rêjîmê û tundrew û çekdarên bêgane tevî çekdarên Hizibulah.
Nêrebiyê di dawiya nameya xwe de daxwaz ji Yekîtiya Eropî kiriye bo lêgerîn û dîtina çareseriyek siyasî ya rasteqîn bi rêka rawestandina kiryarên rêjîmê yên qirkirin û kuştinê bi hemû şêwazan namaze bi bermîlên teqîner û çekên kêmyawî, zêdebarî rawestandina dirindehiya rêxistina “DAÎŞ”ê.
Jêder:Hevbendî