Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ ji Netewȇn Yekbȗyî xwest ku kar û bizava xwe bike, bo vekirina dorpȇça ku du meh çȇbȗye ji taxȇn Dȇra Zorȇ re ji hȇla Daișȇ ve, ev yek di birȗskekȇ de ku Razgirȇ Giștȋ yȇ Hebendiyȇ Mihemed Yehya Mektebȋ vȇ sibehȇ ji Razgirȇ Giștȋ yȇ Netewȇn Yekbȗyȋ Ban Kȋ Mon re șandibȗ hat.
Mektebȋ bala Netewȇn Yekbȗyȋ kișand ser aktȋvkirina biryara Encumena Ewlehiyȇ nemre 2139, ku tȇ de rakirina dorpȇçkirinȇ ji ser deverȇn xelk tȇ de dijȋn hatiye, ȗ rȇ bidin ajansȇn mirovane yȇn bi Netewȇn Yekbȗyȋ ȗ hevparȇn wan yȇn cȋbicȋkirinȇ ve girȇdayȋ ne bo gihandina alȋkariyȇn mirovahî bi awayekȋ lezgȋn ȗ aram ȗ bȇ astengî.
Mektebȋ di nameyȇ de diyar kir:” Sivȋl ketine navbera du aliyȇn tirorȇ bikar tȋnin de, ȗ guh nadin yasayȇn navdewletȋ ȗ mirovahî, ew jȋ rejȋma Esed ȗ rȇxistina Daiș in, her du alȋ bi awayekȋ lihevkirȋ kar dikin, rejȋm dorpȇçkirina ji hȇla Daișȇ hatiye kirin venake, ȗ Daiș hȇzȇn rejȋmȇ li wȇ deverȇ armanc nake”.
Razgirȇ Giștȋ yȇ Hevbendiyȇ destnȋșan kir ku niha li her du taxȇn dorpȇçkirȋ li Dȇra Zorȇ derdora 400 Hezar kes dijȋn, zehmetiya dorpȇçkirineke dijwar dikișȋnin, nahȇlin xwarin, vexwarin, derman, ȗ sotemenȋ derbas bibin, ta alavȇn pȇwendiyȇ ji hȇla Daișȇ ve hatine birrȋn, lȇ rejȋm hemȗ pȇdiviyȇn endamȇn xwe ȇ li wir di riya firokxaneya leșkerȋ ku nȇzȋ her du taxan e misoger dike, ȗ nahȇle bighȇjin sivȋlan, tenȇ bo Civaka Navdewletȋ bixe wȇ baweriyȇ ku ew ji hȇla Daișȇ ve armanckirȋ ye.
Hȇja ye gotinȇ, ku rȇxistina Daiș a tirorist, ȗ ji heyv ȗ nȋvekȇ ve taxa Cȗra ȗ Qisȗr li bajarȇ Dȇra Zorȇ ȗ piștȋ tȇkçȗna wȇ di destdanȋna li ser wan dorpȇç dike. Berȋ niha sivȋl ji hemȗ deverȇn Dȇra Zorȇ ji ber bermȋlȇn mirinȇ ȗ ȇrȋșȇn hȇzȇn Esed ȇn berdewam ber bi taxȇn Cȗra ȗ Qisȗr derbider bȗbȗbn.
Jȇder : Hevbendȋ