Wezîrê derve yê Si’ûdî, Si’ûd Elfêsel tekezî kir li ser pêwîstiya “dîtina hevsengiyeka leşkerî li ser qadê li Sûriyayê”, bi rêka piştgiriya Artêşa Azad, herwiha tekez kir ku bêdengiya li hember berdewamiya Esed di desthilatê de, bû sedem ku Sûriya bibe penageha terorê û bi destçêkirina Esed bi xwe.
Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî di kongirekî rojnamevanî de di dawiya Civîna wezîrên derve yên dewletên Kendavê de digel Elfêsel tekez kir ku “Esed welat wêran kir ji bo mana xwe, û wî rewayî jidest daye”, û got: “divê em karîna gehiştina çarseriyeka siyasî li Sûriyê xurt bikin, û dibe ku ladana Esed pêdivî bi fişareka leşkerî hebe”.
Elfêsel diyar kir: ” me ji kêrî re nîgraniya xwe da xuyakirin li hember destêwerdana Iranê di Sûriya û Libnan û Yemen û Iraqê de”, û da zanîn ku Iranê Iraq desteser kiriye û terorê xurt dike, û ” Ewlehiya Kendavê bi destnexistina Iranê ji çekên newewî re destpê dike”.
Ji aliyê xwe ve Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî, daxwaza danîna Sînorekî ji destwerdana Iranê di sûriyê de ya gihiştiye radeya dagîrkerinê ji dostên gelê sûriyê û Amerîka kir, û hewlesta Amerîka bi “xemsarî” binav kir, û Helwestên dostan bi “temaşevanî” binav kir ku bêkar û bêhelwest in.
Xoca tekez kir ku “pêwîst e sînorek bête danîn ji vê destêwerdanê re ji aliyê dostên gelê Sûriyê û bi taybetî ji aliyê Amerîka ve”, û daxwaz kir: “ku divê hîç çareseriya Sûriyê neyê girêdan bi lihevkirina bi Iranê re, herwiha pêwîst e berdewamiya rêjîmê û di serî de ((Esed)) ne beşek ji lihevkirinê be digel Iranê û çareseriya prosesa otomiya wê”.
Herwiha Xoca tekezî kir li ser pêwîstiya dijberiya maka terorê di deverê de, ku ewjî rêjîma Esed e û dewlet û mêlîşiyatên piştgirên wê, û got: “sebaret miletê Sûriyê ku terora dewletê gelekî ji terora (DAIŞ)ê biziyantir e, û li gor dawîtirîn amar ku qurbaniyên DAIŞ pênc hezar kes in, lê qurbaniyên rêjîmê ji 300 hezar ji kesî bêhtir in, û bi hemû şêwazên hovane, û heger (DAIŞ) serjêkirinê dike, rêjîma Esed serjêkirin bi destê şebîheyan û çeteyên Hizibulaha terorîst ji berê de kiriye, û heger (DAIŞ) qurbaniyan dişewtîne, di heman demê de rêjîma Esed miletê Sûriyê bi bermîlên teqîner li Laziqiyê û Humus û Şamê û bi hemû şêwazên kuştina hovane di çarçoveyê terora dewletê de wan dişewtîne, lewra em dibînin ku şer li dijî terorê dibe pêwîst e li ser du aniyan be,aniya terora rêjîma Esed û ya terora mêlîşeyên piştgirên wî “.
Jêder: Hevbendî