Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, da xuyakirin ku biryara Rawestandina Karên Dijminkarî “têkçû di danîna sînorekî ji hovîtiya Esed re, yê ku ji dema cîbicîkirina agirbestê de 1000 sivîl kuştine, tevlî weha jî rêjîma Esed nahat sizakirin li ser wan tewanên ku kirine”.
Di daxuyaniyekê de ji nûnerê Hevbendiya Niştimanî di NY de, Necîb Xedban, piştî axaftina Dî Mestora derbarê rapora xwe li pêşiya Encumana Ewlekariyê, doh çarşembê êvarî, Alxedban got” wê çare tune be heta ku kesên bê guneh ji jin û zarok û zilaman bi firokên Esed tên kuştin, û ji nêza li erdê digevizin ji encama dorpêçkirina hêzên wî, û di zindanên wî de tên girtin û eşkencekirin”.
Û Alxedban nîşan dan ku Rikberî ji roja yekem de zelal bû di nerîna xwe de, û digot ku rêya tekane ya ku çareseriyeke siyasî ya berdewam bicî bîne, rawestana kuştina sivîlan e.
Û nûnerê Hevbendiyê li Netewên Yekbûyî tekez kir ku rêjîma Esed ji ber xwe ve, eger fişareke navdewletî birastî lê nebe tewanên cengê ranawestîne, û ji dewletên endam û bi taybetî Girûpa Navdewletî Ya Piştgiriya Sûriyê(ISSG) xwest ku li gor tê xwestin bilivin ji bo parastina sivîlan ji bombebarana bêserûber, û vekirina dorpêçê ji ser deverên sûriyê, û daxwazkirina serbest-berdana girtiyan, û piştgiriya kar û bizavên şanderê navdewletî Stîvan Dî Mestora ji bo berdewamiya danûstandinên siyasî li cinêvê bi armanca çareserkirina siyasî li gor biryara 2254.
Û axaftina xwe weha bidawî kir:” Dewletên endam bi karê xwe dikarin çareseriyekê zû li Sûriyê bibînin û kuştinê rawestînin, lê mijar ne mijara bêçarebûnê ye, mijar viyana navdewletî ye”.
Jêder: Hevbendî