Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Elbehre li ser gotara îro ya Serokê Emerîka tekez kir”Giring e derfetê bidin ji bo rahênan û çekdarkirina Artêşa Azad da şirîk be di hevalbendiya ko Daiş têk bibe û ne tenê ew belê ko Rêjîma Esed jî têk bibe, da miletê Sûriyê ji Stema wî rizgar bike.”
Û got: “Lêdana derbên leşkerî li Rêxistina Daişê roleke giring di bizava navnnetewî de dilîze ya ko dixwaze evê Rêkxistina tunrew tune bike.”
Lê gerek civaka navnetewî tê bigihê ko Rêjîma Esed ew sedema serekî ji tundûtûjiyê re ye û ew metirsiyeke bingehîn e li ser Herêmê.
Rêjîma Esed û bi piştgiriya çeteyên biyanî yên Îraqî û Libnanî bêtir ji 190 hezar hevwelatiyên Sûrî kuştine û bêtir ji neh milyonan heta nuha derbider kirine,
Û Herêmên ko ne di bin destê wî de ne, tevlîhevî li wan çêkir û rêkxistinên tundrew geşkirin bera pêxîla wan dan da Herêmên Sûriyê wêran bikin.
Gerek em bizanin ko Rêjîma Esed û Rêkxistina Dewleta Islamî ramanên wan yek in, lê di du kevalên cuda de, her duyan tawankarî û kuştarên mezin kirine da armancên xwe pêk bînin.
Ji ber evê yekê şerê li ser Daiş, tundrewiyê li Herêmê tune nake, lê gerek şerê koka arîşeyê bibe û hem piştgiriya miletê Sûrî bibe da bikare Rêjîma Esed birûxîne. yê ko metirsiyeke berdewam li ser Herêmê çê dike û tawankariyên mezin di derbarê sivîlan de dike, tenê ji bo ew desthilatdar bimîne.”
Jêder: Hevbendî