Duhî roja çarşemê, Serokê Amerîka Barak Obama, amadebûna welatê xwe bo “şerekî bixurtî” ragihand dijî rêxistina DAIŞê, bi encamdana êrîşên asmanî li ser DAIŞê li Sûriyê û berferhkirina êrîşan di Îraqê de bi armanca jinavbirina wê, herwiha Obama soz da ku li DAIŞê bide li her cihê ku lê hebe, bi saya hêza Asmanî ya Amerîka û herwiha bi alîkariya hêzên Îraqî û opozisyona miyanrê. Herwiha Serok Obama got ku:” armanca me diyar e: Emê fişarê bêxin li ser DAIŞê heta wê ji navê bibin bi rêka istratîjiyeka sertaserî û berdewam ya dij terorê ” û got:” ev piransîpê min yê gewherî ye di serokatiyê de: heger hûn gefa li Amerîka bikin, hûn hîç penagehekî tenah nabînin”. Ji aliyê xwe ve û wek ronîkirinê ji gotara Obama re, wezîrê derve yê Amerîka got :” serok rastûxo axivî bo welat, derbarî istratîjiya me sebaret bi serperiştiya Cîhanê bi armanca kêmkirina hêz û şiyanên DAIŞê û ta bighên jinavbirina wê bi yekcarî, û bi şêweyekî baş em kar dikin bo pêkanîna hevpeymaniyekê bo encamdana vî erkî, Em Cihanê dikin yek li ser gefeka hevbeş, û istratîjiya serok wê serkeve ji ber ku şêwazê encamdana vî erkî ligel hevpar û hevpeymanan ne bi tenê şêwazekî şehreza ye, lê li ser hindê re şêwazekî bi hêze jî”.
Jêder: Hevbendî) )