Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî dibîne ko hevgihandina cografî di navbera Herêmên Artêşa Azad de li Xûta Rojava bi Herêmên ko di bin destê alayên şervan de li Gundê Deraa di mijara rêkxistina karê leşkerî de li Herêma derdora Şamê ya ko cîgehê rêjîma Esed e guherîneke giring e.
Rêkxistina leşkerî ya ko îro şêweyê wê tê xuyakirin di gihandina Herêman de ji bo şervanên Aniya Başûr û Xûta Rojava wê ji hêzên Esed re û ji Çeteyên dûvên wî yên ko li Herêmê piştgiriya wî dikin derbeke leşkerî giran çê bike eger ne ya dûmahî be.
Herweha Qeddah salixa vê gihandina cografî ya alayan weha da: “Pêngaveke Stratîcî ye bi amanca ko Xûta Şamê geş bike çimkî ew dergehê giring yê Paytextê ye.”
Qeddah gotina xwe wisa bidawî kir: Têkbirina rêbendan di navbera alayên Herêma gundewarên Şamê de, pêngaveke giring e û alîkariyê di avakirina hêza leşkerî ya alayan li ser xakê dike, û ew kevirê bingehîn e ji bo karê leşkerî yê rêkxistî di Herêmên ko keltên ewlekariya rêjî li wan hene û pir metirsiyê li ser jiyana Rêjîmê çê dikin.
Jêder: Hevbendî