Hevbendiya niştimaniya Sûriyê teqîna duhî li nêzîk dibîstana “Ekirema Elmexzûmî”ya seretayî li bajarê Humisê qewimî, bi zarê berdevkê xwe yê fermî bi tundî şermezar kir, ku di encamê de bêhtir ji 30 şehîdî û bidehan birîndar ketin ku piraniya wan şagirdên dibîstanê bûn. û Elmislit di daxuyaniyeka rojnamevanî de got:” Ez bi navê endamê hevbendiyê sersaxiya binemalên şehîdan dikim û daxwaza saxiyê ji birîndaran re dikim”. û hevbendiyê tekez kir û da zanîn ku” hîç terorek tirsnaktir nîne ji kuştina dil û mêlekên milet, herwiha hîç tawankariyek mezintir nîne dema du rê tenê li pêş gel hebin , yan riya seber û hedariyê li ser stemkariyê û yanjî riya xendiqandina di nav golên xwînê de”. Herwiha hevbendiyê pêdagirî kir li ser ku ev kiryara tirsinak ” kiryarek teroristî ye, û di çarçoveya zincîreka bi hev girêdayî ji tawanên dijî Sûriyan di tevahiya Sûriya de ya, û hemû tawan dikevin di xezmeta rêjîma Esed de”. Ku bi van kiryarên tawankarî rêjîm hewl dide bêhtir alîgirên xwe bi xwe ve girê bide û nemaze ku rêjîmê hest bi metirsiya nakokiyên navxoyî kir, ku li vê dawiyê rastî hilmeteka rexne û gazindeyan hat ji aliyê alîgirên xwe. Li dawiya daxuyaniyê de hevbendiyê tekez kir, ku ev kiryarên teroristî pencemuhra dijminê ” armanc û daxwaz û mafên Sûriyan di dad û rûmet û azadiyê de”li ser heye.
Jêder : Hevbendî