Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Hisên Qeddah tekez kir ko: Firokên Cengî doh êvarî du êrîşên asmanî dan ser Herêma Kefir Emîm rojhilatê bajarê Seraqibê li Herêma Derdora Idlibê, di encamê de 19 sivîl şehîd ketin, 6 zarok û 2 jin di nav wan de hebûn, û bi dehan Birîndar di rewşeke metirsîdar de ne û bêtir got ko:Hêj çend qurbanî di bin wêraniyê de mane, dibe ko hejmara Pakrewanan bêtir bibe, Qeddah da xuyakirin ko çekên asmanî bi heman şêweyî bajarokê Ihsim li Cebel Elzawiyê amanc kir û bi wê amanckirinê 23 sivîl bi kêmanî ji nav wan 8 zarok û 7 jin şehîd ketin.
Di axaftineke Rojnamevanî de Qeddah şermezariya xwe weha anî ziman: “Ev kirdeyên hovane ko sivîlan amanc dikin û tirsê dikin dilê xelkê yek e ji zincîra tawankariyên rêjîmê ko piraniya Herêmên Sûriyê bombebaran kirine.”
û dubare tekez kir ko“Ev tawankarî piraniya wan ji bo rêjîm ew dilsariya xwe û çeteyên ko li gel wî şer dikin veşêre, û sûdê ji mijûliya navnetewî bi şerê Daişê wergire.”
Û got: “ev kuştar tekez dikin ko gerek e helwesteke navnetewî tund bê standin ji bo rawestandina van tawankariyan.” Mijara ko Rêjîma Esed” bêxe serê pêşindeyên plana navnetewî ya ji bo şerê tiroristiyê li Herêmê bikin, û herweha piştgiriya Şoreşê bê kirin ji bo pêkanîna amancên wê di azadî û dad û rûmetê.”
Herweha Qeddah dubare xwest ko Artêşa Azad pirçek bibe bi taybetî piştî Wezîrê derve yê Emerîkî got ko civaka navnetewî şaş bû gava ko Artêşa Azad bitenaxwe du salan di beraberiya tiroristê de hiştibû.
Û got ko “giring e biryara navnetewî firehtir bibe, û piştgiriya hevrikiya miyanrê bi çekên coreyî bibe da Artêşa Azad karibe sivîlan biparêze, û Frokên rêjîmê bêkar bibin, û şerê tiroristiya Esed û rêkxistina Daişê bibe ji bo piştgiriya şoreşa Sûriyê .”
Jêder: Hevbendî