Nesir Elherîrî Sekertêrê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî êrîşên li ser xaniyên sivîlan û armanckirina taxa Elwe’ir ya dorpêçkirî li Himusê bi bermîlên teqîner û bi mûşekên zemîn- zemîn pirotisto kir, û ji aliyekî din fewcê 81ê yê hêzên Esed êrîşî hin taxên nişteciyan li bajarokê Elşêx Miskîn li gundewarê Der’aa bi 4 mûşekên zemîn-zemîn kir, paş re êrîşeka leşkerî ya hovane destpê kir, ku çendîn welatiyên sivîl hatin kuştin û hin birîndar hatin şewitandin, herwiha bajarokê Elteyba li gundewarê Der’aa rastî 3 êrîşên firokên Mêg hat, û gundê Da’il hate bombebarankirin ku tê de 11 şehîd û bidehan birîndar ketin, û Di daxuyeniyeka rojnamevanî de Elherîrî tekez kir ku” Çavgirtin ji tawanên Esed û sistî û derengiya pirçekirina Artêşa Azad, û cêbicênekirina biryarên Navnetewî yên peywendîdar bi vê mijarê re, bi şêweyekî yekser dikeve di bercewendiya rêxistinên terorîst û rêjîma Esed de”.
Jêder: Hevbendî