Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî, mercê serkeftina Hevpeymana Navnetewî di tunekirina Daişê de weha da zanîn:”Gerek Hêzên Bejîn yên şerê Daişê li ser xakê bikin û hevdem bi êrîşên asmanî re hebin, da cihên ko Daiş vala bihêle bên dagirtin. Bê guman gerek hevrêziyek tekûz di navbera asman û zemînê de hebe, di navbera Artêşa Sûrî ya Azad û Hevpeymaniyê de, da tiroristiyê û sedemên hebûna wê tune bikin,ji ber hebûna Rêjîma Esed ew e ya ko tiroristî anî herêmê û ew weke alavekî bikar anî da desthilatê di destê xwe de bihêle, di hizra wî de ko wê Civaka Navdewletî wî wek alternatîv ji Daişê re bipejirîne.”
Herweha Elbehra di gotûbêja digel ajansa Enadol tekez kir”ji aliyê me ve em herduyan bi hev re ret dikin, û em dikarin paşeroja Sûriya azad çê bikin, ya ko paşerojeke geş ji hemû zaroyên wê re bi piraliyên xwe ve yên olî, milî û regezî misoger bike.” Di heman mijarê de Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî berê gotibû:” Firehbûna xaka bin destê Daiş û geşepêdana hêzên Esed ji aliyê leşkerî ve li derdorên Helebê piştî destpêkirina operasiyonên tunekirina tiroristiyê, mijareke ne sosret e û pêşbînkirî bû, û me ji destpêkê de hişyarî li ser daye, çimkî êrîşên asmanî bê piştgiriya Artêşa Azad li ser zemînê, piştgirî ye ji berdewamiya berberîtî û tiroristiyê re û rajeya istiratîciya tunekirina tiroristiyê nake.”
Emîndarê giştî wisa gotina xwe bidawî kir:”ez tekez dizanim ko ew xortê gihaye rêkxistina Daişa tirorist eger pirojeyekî dêvilê heba nedigiha Daişê, lê gava ew xort ji piştgiriya Civaka Navdewletî bêhêvî bû, ewê hişt ko hinek bigihên rêkxistinên tundrew yên ko tucaran xizmeta pirinsîbên Şoreşê nakin. Dawiyê yên ko piştgiriya Artêşa Azad neke û şerê Esed neke bila bizane, bêguman bê ko zanibe, ew piştgiriya Daişê dike.”
Jêder: Hevbendî