Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, xemxwariya xwe li ser Paşeroja Bereya Elewiyan wek Pêkhatiyekî sereke ji tevnehûna Civaka Sûrî tekez kir. Hem li ser vekirina peywendiya laşî di navbera Bereyê û Rêjîmê de tekez kir, Rêjîma ko ji dehên salan ve û heta nuha jî Bereyê û yên din wekû Çeperê ji bihêzkirina desthilatdariya xwe re bikar tîne, û ji bo di cîbicîkirina planên xwe yên tawankarî de di derheqê hemû pêkhatiyan de berdewam be.
Elebde serokê Hevbendiyê îro sêşembê di hevdîtina xwe digel Fûad Himêra Serokê Şepêla Paşeroja Sûriyê wisa got.
Herdu aliyan li ser giringiya ko Şoreş bilindiya sincî û dûrketin ji nakokiyên tundî û tolhildanê bikeve û li ser evê yekî tekez kirin.
Serokê Hevbendiyê ji bo hevkariya Şepêlê di karûbarê wê de û bi taybetî ji bo dosya berdana Girtiyên Jin û Zarok li bal hin Alayên leşkerî amadekariya xwe diyar kir.
Elebde destnîşan kir ko amanca plana serokatiyê ya dahatî ew e kartêkirina gotûbêja Sûrî Sûrî , û doz li hemû aliyên Opozisyona Sûrî kir da nûnerîtiya wekhevî ji bo hemû Pêkhatiyan pêk bînin.
Ji aliyê xwe ve Himêre bal kêşand ser ko giring e Bereya Elewiyan ber bi Şoreşê ve bêne kêşandin, çimkî Rêjîmê di girêdana berjewendiyên xwe bi Bereyê ve biserketiye, û ev dê taswasa tirsê ya ko rêjîmê libal wan û xeyrî wan çêkiriye sivik bike.
Civîngeran alavên hevkariya hevbeş di navbera Hevbendiyê û Şepêlê de ji bo misogerkirina pirojeyê karê hevbeş û bilindkirina asta hevkarî û hevrêzkirinê gengeşe kirin.
Jêder: Hevbendî