Çalakvanin Sûrî bi amadebûna perpirsinan ji Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê , doh roja yekşemê li devera “Sirac Xane Park” ya Istanbolê mangirtinek li dar xistin, ji bo diyarkirina şermezarkirina xwe der barê dorpêçkirina ku milîşyayên Hesen Nesrellah û Beşar Elesed li ser bajarên Medaya û Zebedanî û Mi’edemiya Şamê û Qelemonê ferz dikin”.
Di mangirtinê de yadnameyek ji Netewên yekbûyî re hat pêşkêşkirin der barê herêmên dorpêçkirî li gundewarê Şamê û Dêra Zorê, û bêdengiya Rêxistina Navdewletî li ser binpêkirina rijêma Esed ji biryarên Encumana Ewlekariyê re, yên derbarê gihandina alîkariyan ji derverên dorpêçkirî re.
Her weha bisedên Sûriyan li gorepana Elêksander li nava Berlîna peytexta Elmaniya civiyan, ji bo piştgiriya Medaya dorpêçkirî, û daxwaza destwerdanê ji hikûmeta Elmanî kirin, ji bo rizgarkirina xelkên Medaya ji vê dorpêça tewankarî.
Beşdarên di mangirtinê de alên şoreşa Sûriyê û wêneyên niştecî û zarokên Medaya bilin kirin, ewên ku wek mirovên ku tenê hestûyên bi çerm pêçayî mabin, piştî ku 40 kesî ji wan ji encama dorpêçkirin û birçîkirina rijêma Esed û Hizbullah ji wan re jiyana xwe ji dest dan.
û tabloyin hildabûn , bi zimanê Erebî û Ingilî û Elmanî li ser wan hatibû nivîsandin “Medaya ji nêza dimire” û “Esed û Hizbellah zarokên me kuştin” û “Tiroristî ew e birçîkirina mirovan” û ” Ma kanî mafê mirovan?” û ” Birçîkirina rêbazkirî tawana dijî mirovan e” û ” Nan ji şûna bombeyan bişînin” û ” Zarokên Medaya pelên daran dixwîn”.
Ji aliyê xwe ve Besam Ebdellah balyozê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê yê Berlînê got: ev bobelata mirovî ya ji salan de li Sûriyê berdewam e, her û her encamên wê bi şêweyên nû û tirsnak û metirsîdar dubare dibin, û diyardeya wê ya dawî ew bû dorpêçkirina rijêma Esed ji zarokan re û hêlana wan ku ji birça bimirin, û ev tev li pêş çavên Netewên Yekbûyî dibin, bêyî cîhan der barê wê tu tevgerê bike.
Ebdella di dema mangurtinê de ji hikûmeta Elmanî û Civaka Navdewletî û Netewên Yekbûyî xwest ku Sûriyan ji stemkarî û kuştina rijêma Esed rizgar bike, ji ber wê hemû şêweyên tewanên tiroristî li dijî wan wek sizakirina ji bo şoreşa wan pêk anîne .
Şandeyek ji çalakvanên Sûrî wê belgenameyekê derbarê bobelata mirovahî ya Medaya bidin wezareta derve ya Elmanî û daxwaza helwesteke Oropî ya diyar jê bike, ku rijêmê neçar bike alîkariyan bo Medaya derbas bike.
Jêder: Hevbendî