Artêşa Azad li beyaniya îro bidehan ji hêzên Esed û çeteyên tayifeperist yên alîgirên wî di pîlaneke vedayî de li taxa Elraşidîn kuştin, di dema hewl didan ku di bajarokê Xan Toman re ber bi Kilêriyê û taxa Elraşidin ya başûr li rojavayê Helebê pêş bikevin.
Hevdem ku şer û pevçûnên dijwar berdewam in di nav dengê teqînên ku navçeyê dihejinîn de, bi sedema êrîşên firokên Rûsiya dagîrker û bombebarankirina navçeyê bi top û mûşekan.
Herwiha şoreşgeran li gundewarê bakurê Helebê, hejmarek ji hêzên Esed û çeteyên wî kuştin û birîndar kirin, dema hewl didan ber Til Misêbîn pêş bikevin, hevdem ku rêxistina DAÎŞê bajarê Mari’h yê di dest şoreşgeran de bi topxaneya girin topbaran dike.
Li aliyek din şoreşgeran li Xûta rojhilat karîn hin zeviyan li navçeya Elfedayiyê û Elmerc dubare bistînin û hejmarek ji serbazên Esed bikujin, hevdem digel êrîşên esmanî yên pir û himbiz bi firokên Rûsiya dagîrker li ser navçeyê.
Jêder: Hevbendî