Bi tundtirin peyv Hevbendiya Niştimanî armanckirina sê xwendingehan li bajarokên Encara li gundewarê Helebê li beyaniya îro şermezar kir, ku ji encamê 35 kes şehîd ketine, piraniya wan zarok û mamoste ne, tevî bidehên birîndaran ku birînên hinan gelekî giran in.
Hevbendiyê daxwaza bizaveke bilez ji civaka navdewletî kir li dijî tawankariyên Rûsiya ya beredayî li dijî jin û zarok û kalemêrên Sûriyê, hevdem tekez kir ku armanc ji reftara wê ya guncayî digel terora Esed her ji destpêka şoreşê her ew e, şikandina vîna gelê Sûriyê û jinavbirina çareseriya siyasî ye.
Hevbendiyê tekez kir ku ev tawankarî û tawankariyên din yên rêjîmê û hevalbendên wê binpêkirinek eşkera ye ji biryara 2254 an ya di tekesta wê de hatiye, rawestandina bilez ya êrîşan li dijî sivîlan û hevdem cext li ser wê yekê kir ku ev bêdengiya civaka navdewletî li hember tawanên rêjîmê û hevalbendên wê li dijî sivîlan û arzankirina xwîna wan, bi xwe bêşermî bêrewştiyeke mirovî ya mezin e.
Hevbendiyê tekez kir ku ranegihandina şermezarkirinek xuya ji destdirêjiya Rûsiya re û çavgirtina ji kuştarên wê li dijî gelê Sûriyê, bi xwe piştgiya tawankariyê ye û beşdarî ye di astengîkirina çareseriya siyasî de û beravîtîkirina piroseya danustandinê ye berî destpêkirina wê.
Jêder: Hevbendî