Hişam Merwa cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Kongirê Opozisyonê yê ko dawiya evê mehê dê li Qahîra çê bibe rexne kir. tekez kir ku çi kongirê ko hemû pêkhatiyên Opozisyona Sûriyê tê de beşdar nebin tu çareseriyê nade.
Merwa tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî Sûrî di Kongirê Qahîra 2 li gora ko Desteya Giştî di 22 Nîsana buhûrî de biryar bi evê yekê dabû beşdar nabe.
Merwa destnîşan kir ko bidûrxistina pêkhatiyekî ji pêkhatiyên Opozisyona Sûrî li gora dîtina Hevbendiyê nayê pejirandin. Hem ji aliyên Opozêsyona Sûrî xwest ko ji pirinsîbên Şoreşa Sûriyê venekişin digel hev milbimil bin ji bo ruxandina Rêjîma Esed.
Li gora texmînên xwe ko dê kongirê Qahîra çi encaman bide got, Merwa got Hevbendî bi hêvî ye ko Civînên Opozisyonê li paytexta Misrê bi encaminan derkeve ko “li gora pirinsîbên Şoreşa Sûriyê û bidawîkirina zordarî û diktatoriyetê bin.” Lê li gor hizra xwe got “awayê ko civîn pê li dar bikevin, ewê çi encamên giring nedin”.
Jêder: Hevbendî