Piştî serkeftina şervanekî di danîna erebeyeke bumbekirî li kêleka girê Mestûma, û vekişandina wan bi awayekî aştiyane, şoreşgeran li Gundewarên Idlibê dest danîn ser Gundê Miqbilê , Girê Mestûma, Avahiya Elme`sera û gelek xalên di hindirê bajarokê El – Mestûma. Di encama şeran de bi dehan ji hêzên Esed hatin kuştin û efserekî Iranî hate dîlkirin, erebeyek leşkerî hate wêrankirin, û erebeyek şêlka û tangek hat bidestxistin.
Herweha şoreşgeran davek bo erebeyek dagirtî endamên rejîmê dema derbasbûna serbazgeha El – Mestûma de vedan, di encamê de hemû kesên tê de hatin kuştin, ji bilî wilo Artêşa El–Fetih rêzek leşkerî ji hêzên Esed ku ji bajarê Erîha ber bi serbazgeha El – Mestûma de dihat bi çekên giran armanc kirin, û di cih de rawestandin.
Herweha beşên şerê El –Nesir, di heman dema berdewamiya şer li derdora nexweşxaneya El – Wetenî de dikarîbûn erebeyek ” BMB” li eniya El – Kifêr li Gundewarê Cisr El –şixûr wêran bikin û taximê wê bikujin.
Jêder: Hevbendî