Li beyaniya îro li Istembolê endemên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî bi şanderê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora û tîma wî ya taybet re civiyan, û herdu aliyan gengeşe li ser pirosesa bicihkirina daxuyaniya Jinêvê kirin, û ji aliyê xwe ve endamên desteya siyasî nêrîna Hevbendiyê derbarê damezrandina desteya fermanrewiya veguhêz ya bi tevaya desthilatdariyan pêşkêş kir.
Herwiha endamên desteya Siyasî kurtiyek li ser nêrîn û boçûna Hevbendiyê ya pêşwext li ser bicihkirina daxuyaniya Jinêvê û herwiha li ser belgenameya piransîpên bingehîn bo çareseriya Siyasî di Sûriyê de ya rêkeftin li ser hatiye kirin bi çendîn hêzên Siyasî û leşkerî re pêşkêş kir.
Serokê Hevbendiyê Xalid Xoca daxwaz ji şandeya navdewletî kir bi xistina fişaran li ser rêjîma Esed bo vegere li ser maseya danustandinan, piştî jikarxistina çendîn destpêşxeriyên navdewletî derbarê dîtina çareseriyeka siyasî di Sûriya de, herwiha Xoca; destxweşî li daxuyaniya rojnamevanî ya tîma şanderê navdewletî kir li ser pirotistokirina bikaranîna bermîlên teqîner li Helebê ji bal rêjîma Esed.
Xoca tekez kir ku her nêzîkbûnek li ser armanckirina rêxistina DAIŞa terorîst bê armanckirina rêjîma Esed û rêxistinên terorîst yên piştgir jêre, ew nêzîkbûnek şaş û bêhûde ye.
Herwiha Xoca tekezî li ser pêwîstiya avakirina navçeyên tenah di Sûriya de kir, ya ku wê bibe alîkar bo bicihkirina daxuyaniya Jinêv û rawestandina kuştinê û bihêzkirina fermanrewiya sivîl û dabînkirina alîkariyên mirovî û vegera penaber û awareyan û rûbirûbûna radîkaliyet û tundrewiyê.
Jêder: Hevbendî