Cîgirê Serokê Hevbenidya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Mistefa Oso, Emîndarê Giştî Mihemed Yehya Mektebî, û Endama Desteya Siyasî Suhêr Etasî, vê sibehê bi Cîgirê Serokê şanda Niyozilendî ” Îd Mîtşayzîk” re civiyan.
Di civînê de li ser helwesta Hevbeniyê ya neguhêr ku bi çareya siyasî re ye li gor daxuyaniya Cinêv û biryarên navdewletî yên têkildar hate tekezkirin, ku koçkirina Esed û girupa wî, û damezerandina Desteyeke fermandariya veguhêz bi hemû desthilatiyên xwe tê de ye.
Herweha Endamên Hevbendiyê pîrozbahî ji Niyozilenda re li ser bidestxistina kursiya endametiyê di Encumena Ewlehiyê de pêşkêş kirin, hêviyên xwe ku Niyozilenda bi roleke aktîv di peydakirina çareyan bo pirsgirêkên navdewletî, nemaze pirsgirêka Sûrî ku nerînên milletê Sûrî di bidestxistina Azadî û rûmetê de pêk bîne anî ziman.
Civînê, herweha behsa rewşa penaberên Sûrî kir, spasiya Niyozilenda bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî ji penaberan re hate kirin. Endamên Hevbendiyê li ser pêwistiya pişgiriya du doseyên herî giring li Sûryayê destnîşan kirin, ku ew jî fêrkirin û tendirustî ye.
Jêder: Hevbendî