Serpereştiya Hevbendiya Niştimanî û Artêşa Azad digel çend Ceneralên Serepereştiya Navendî Emerîkî re û bi Şandeyarê Emerîkî yê taybet bi Sûriyê “Danyêl Robinistîn” hevdîtin kirin, da gengeşeya programê “rahênan û amadekirina” Artêşa Azad bikin û danasîna rewşê li ser xakê bikin.
Di evê mijarê de Xalid Xoce Serokê Hevbendiyê got ji pêşindeyên istiratîciya me rahênana Artêşa Azad e, û amadekirin û rêkxistina wê ye li gora pîvanên cîhanî, digel evê rahênanê gerek piştgiriyeke bêsînor bi Çekan bikin da karibe terazûyê li ser xakê biguhêrin.
Serokê Hevbendiyê da xuya kirin”em bizavê dikin di rêya gotûbêjan da hemû pêdiviyan ji Artêşa Azad re li ser xakê dabîn bikin. Da operasiyonên fireh li ser xaka Sûriyê pêk bînin. Bi amanca rizgarkirina ji destê Rêjîma Esed û Dewleta Islamî(Daiş).”
Xoce destnîşan kir ko gotûbêjên rasteqîne li ser programê rahênanê dibin û ev program dê bi hevrêziya di nav çend dewletan ji Hevalên Gelê Sûriyê û Wezareta Berevaniyê Ya Hikûmeta Sûrî Ya Demkî de be.
Jêder: Hevbendî