Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra û hindek ji endamên Desteya Siyasî bi şanderê taybet yê serokê Rûsî Mîxaîl Boxdanof û Wezîrê Karê Derve û şanda pê re rûniştin. Li gor Serokê Hevbendiyê tekez kir hevdîtin li ser ” Rewşa niha li Sûrî, û pêwistiya lezê bo dîtina rêyin ji pêşxistina operasyonek siyasî û danustendinî ku hêviyên milletê Sûrî pêk bîne bû. Her du alî li ser ku daxuyaniya Cinêv 30/6/2012 çarçoveya danûstendinê be li hev hatin, ku çi operasyonên danûstendinê di paşerojê de hebin li ser ava bibin”.
Hevbediyê şanda Rûsî bi ked û karê xwe yên niha di rêveberiya diyalokê de bi nûnerên sendîkeyên pîşeyî, rêxistinên Civaka Sivîl, û partiyên siyasî ku armancên wan û yên şoreşê di xebata bo pêkanîna operasyona veguhestina siyasî ber bi rejîmeke dimuqratîk û piralî digihên hev haydar kir. Hevbendiyê ji şanda Rûsî xwest ” Pêwistiya ku Rûsiya ji wan welatan be yên ku fişarê dikin bo ajotina ber bi operasyona çareseriya siyasî ve, nemaze ajotina rêjîmê ber bi vê yekê ve û razîkirina wê bi nekarîna destxistina tu çareseriyên leşkerî”.
Herweha Hevbendiyê ji Rûsiya xwest ku yek ji pişkdarên dagirtina kêmasî û nekarîbûna di bernameya xwarinê ya cîhanî bo alîkariya penaberên Sûrî de be, û hemû karînên xwe bi Hikûmeta Libnanî re bo tundiyê bidawî bikin pêk bînin, bo parastina ewlekariya Libnan û milletê Libnanî.
Şanda Rûsî ji hêla xwe ve nav di diyaloka (Sûrî – Sûrî) de di navbera aliyên hêzên siyasî û şoreşgerî yên Sûrî de da, bi mercê ku diyalok vekirî be, ne fermî û ne mercdar be, mîna pingavekê berî axavtina li ser tu opersyonên danûstendinî bi rejîmê re”.
Di hevpeyvînê de hevbendiyê tekezî da li ser ” Ku ev e tiştê em di karê xwe yê niha de xebatê li ser dikin, bê ku em hewcedarê fişarê ji tu aliyên navdewletî bin, ji ber gotina Sûriyan tevan li ser rêbaz û armancên sereke yên şoreşê yek e, eger ew armanc bicî hatin wê xêrûbêr li ser hemû Sûriyan bê cudayî bibare “.
Jêder: Hevbendî