Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, bi amadebûna cîgirê serokê Hevbendiyê Miwefeq Nêrebiyê, rewşa siyasî û ya meydanî û mirovî digel Şanda Holenda ya ko îro serdana Hevbendiyê kir gotûbêj kirin.
Şanda Holendî ji Şandyarê Holendî yê taybet bo Sûriyê balyoz Nîkolas Vandam û seroka fermanberiya geşepêdana Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka yê wezareta derve ya Holenda Birîcêta Tisahlêr pêk tê, hem jî Balyozê koma hevalên Sûriyê “Stîvin Van Roj” û çend diblomasiyên din gotûbêj kirin.
Herdu aliyan asoyên çareseriya siyasî ya li Cinêvê gotûbêj kirin. Her wiha rewşa mirovî ya ko Sûrî derdê wê dikêşînin bi taybetî li bajarê Hums û Dêra zorê di bin evê dorpêçê û şer ya ko Rêjîma Esed li ser miletê Sûrî pêk tîne gotûbêj kirin.
Hevbendiyê li ser rola Holenda û Ewropa di kêşeya Sûriyê de ko dixwaze çareser bibe tekez kir. Hevbendiyê doz li Ewropa û civaka navdewletî kir ko bi roleke erênî li Sûriyê rabin da ko bigihên veguheztina siyasî ya ko Sûriyê û Miletê wê bigihîne dadî, azadî, rûmet û dîmuqratiyê, dûr ji zordarî û tiroristiyê ya ko milet ji pêncî salî ve jana wê dikêşîne.
Jêder: Hevbendî