Hevbendiya Niştimanî Sûrî di axafineka birêz Salim Elmislit Berdevkê Hevbendiyê pesnê “Bizavên Tirkiyê ji bo ferzkirina herêmeke cudakirî ya ko bû cihê piştgiriya Firensa”û ew dît mîna”çirûskeke hêviyê û dibe ko rolrke wê ya xurt hebe di bêparkirina Esed ji bikaranîna wêrankertirîn çekên wî “.
Elmislit bêtir di axaftina xwe de got”Tu rêyên me nîn in da em sivîlan li her aliyên sûriyê ji Bermîlên teqîner yên ku rijêma Esed tavêje biparêsin, ji bilî herêmeke parastî çê bibe”.
Û herweha Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî nerazîbûna xwe diyar kir ji “derengiya Hêzên ko dikarin bandorê li biryara navnetewî bikin di ferzkirina Herêmeke parastî li ser sînorê Sûriyê”, û got: “tev ko Herêmeke cudakirî pêdiviyên Sûriyan tevan pêk nayîne, lê tiştê seyr heta bi evê daxwaza piçûk jî li ser maseya dad û yasaya navnetewî nakokiyê çê dike.”
Sûriyan ji destpêka şoreşê de name ji tevahiya cîhanê re şandin ko navê (Herêmeke Cudakirî Û Parastî Û Qedexekirina Êrîşên Asmanî )li rojekê ji Înên xwepêşindanan kirin.
Daxwazên Sûriyan tenê li cem Herêmeke cudakirî û parastî ranawestin, belê dozê dikin ko êrîşên asmanî ewên ko rojane bi dehan hevwelatiyên Sûrî dikujin rawestin, çêkirina Herêmeke cudakirî planeke ji bo yên ji bermîlên Esed reviyane biparêzin, lê qedexekirina êrîşên asmanî planeke parastinê ye da xelk koçber nebin. “
Herweha Elherîrî got“herdu plan – Herêmeke cudakirî û qedexekirina êrîşên asmanî- ew navnîşanên qonaxeke bizavê ne ji bo rûxandina Esed û damezirandina dewleta dad û yasayê.”
Jêder: Hevbendî