Hevbendiya Niştimanî Sûrî ” Armanckirina Sivîlan bi çi awayî û di bin çi siloganê de be” şermezar kir, herweha nerazîbûn û şermezarkirina xwe ji bo her ” Hewldanên ferzkirina raman, nerîn, bawerî, û daxwazên ji çi cureyên binpêkirinê bin dijî nerînên mafên mirovan û azadiya raman, ol, û derbirîn di bin çi sedemê de be” ragihand.
Berdevkê fermî bi navê Hevbendiyê Salim Elmislit îroj got :” Hevbendî bi awayekî cedî li hemû kiryar û binpêkirinên ku ji hêla Cebhet Elnesra derketin û derdikevin dinere”, û dît ku hindek ji wan” binpêkirinan tirsnak in û rêxistina Daiş ya tirorîst û berî wê rejîma Esed di bîra Sûryan tînin ” .
Mislit wisa berdewam kir:” Zincîra şaşiyên ku Cebhet Elnesra dijî milletê Sûrî bikar tîne, û binpêkirina azadî û rûmeta milletê ku dijî zordariyê rabû ser piyan, herweha neqebûlkirina Cebhet Elnesra qutkirina têkiliyên xwe bi rêxistina Elqaide ya xwedî ecindên biyan li ser şoreşa Sûrî, tekez wê bibe sedema nehêlana dilxwestina gelerî ya pê re maye”.
Herweha Mislit dît ku çi aliyê van kiriyaran bike û bispêre xwe ” Aliyek dijî milletê Sûrî û dîrok û nerînên wî ye” . û” Rawestana xwe di riwê kesên ku êşa Sûryan derfet dibînin ji bo destên xwe deynin ser şoreşa wan ” ragihand. Ûtekez kir:” Berdewamiya şoreşê di bin siya nerînên xwe de bo bidestxistina azadî û rûmetê, misogerkirina azadiya nerîn û baweriyê, û nepejirandina destdanîna ser mafê Sûriyan di destnîşankirina paşeroja xwe de”.
Jêder: Hevbendî