Bajarê Efrînê bi hezaran koçberên sûrî ji hemû parêzgehan hembêzdike, hejmarek bilind ji malbetên koçber di nava bajêr û gundewarên derdorê de dijîn,û hejmarek din li kampa Rûbar li gundê Basilê yê giêdayî navçeya Şêrewa û kampa Kefircenê bi cih bûne û hin din jî di holên şahiyan de dimînin.
Piraniya penaberan bi alîkariyên mirovahî ku bi riya dezgehên xêrxwaziyê û rêxistinên hewarçûnê ku derbasî Efrînê dibin dijîn, lewma ew rastî astengiyên jiyanê yê rojane tên.
Bavê mihammed penabereke li Efrînê ji me re got “Alîkarî carcaran dighêje me lê, divê birengekî wekhevî bê belavkirin ta bighêje hemû malbatên xizan”
Tê zanîn ku hejmarek ji komelên hawarçûnê li Efrînê peyda dibin, mîna komela Buhar, Zeytûn , Newroz , Melek û Heyvasor Ya Kurdî û ya Surî ku ewjî ji hêla xweve bang li saziyên mafê mirovan dikin daku alîkariya penaberên Efrînê bikin.
Jêder: Hevbendî