Hevbendiya Niştimanî Sûrî di roja Erefê de agahnameyek belav kir tê de hat ”Ji Xwedayê mezin hêvîdar in ko ji bo xatirê evan rojên pîroz firehiyekê bi ser gelê sûrî bitevahî de bîne, da em karibin di evan nîrên dijwar de rajeya welatê xwe bikin.”
Herweha Hevbendiyê di agahnameyê de îro pîrozbahiya Miletê Sûrî yê qehreman bi helkeftina Cejna Qurbanê ya pîroz kir, û bihêvî ye ko Xwedayê dilovan ewê bike dergehekî xêrê û di riya wî re em baweriya xwe bi azadî û maf û jiyanê nuh bikin û bibe destpêkek ko rijandina xwîna milet biraweste û bi xêra wê armancên Miletê Sûrî pêk werin.”
Herweha agahnameyê got “Îro em bi rêz li ber qurbaniyên Şehîdan û lehengiyên Qehremanan û samana Dayikan û xweragiriya Girtiyan û zehmetkêşiya Penaber û Derbideran dirawestin, û em dîsa soza xwe bi hemû Şoreşgeran re didin ko em ê bizavê bikin da em armancên Sûriyan pêk bînin û serkeftinê bidest bixînin û em ê ji bo wê bi rêzgirtina pirensîpên Şoreşê û siloganên wê yên mezin pabend bin û li ser wan berdewam bin.”
Jêder: Hevbendî