Endama Desteya Siyaysî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Nexem Elxadirî tekez kir: ” Rapora komîta vepirsîna navdewletî a çesipand ku tawankariyên rejîma Esed ji tawankariyên rêxistina “Daiş” mezintir in, û daxuyaniyên duh yê Wezîrê Karê Derve yê Emrîkî Con Kêrî ku rejîma Esed peymana qedexekirina çekên kîmawî binpê kir dema hêzên wî Xaza Kilorê wek çek bikar anî. Ev her du tişt bi zelalî diyar dikin ku civaka navdewletî bawer e ku rejîma Esed metirsiyek tirorî ye li ser milletê Sûriyayê, tawankariyên cengê kirine, û wisa ji rêxistinên tirorî ger “Daiş”be yan bilî wê be ne cuda ye “.
Wek ronîkirinkê li ser daxuyaniyên Nûnerê Rûsî ê Herdemî li gel Netewên Yekbûyî Vîtalî Tşorkîn ku gotibû Waşinton nikare hevbendiyeke navdewletî û aktîv dijî rêxistina “Daiş” çêbike eger hevrêziya gavên xwe bi rejîma Esed re neke, Xadirî di daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê de destnîşan kir: ” Rejîma Esed hemû tawankariyên tirorî ên ku kariye bikar anîne, ji kuştina milletê Sûrî bikaranîna hemû çekan, û bikaranîna işkencedanê di jêrmalên zindanê xwe de, ku li ser girtiyên ku doza azadiyê kirin bikar anî, û rapora Qeyser ê bînerê ku wêneyên 11 hezar girtiyê ku di zindanan de jiyana xwe ji dest dan tomar kiriye çaktirîn nîşan e ku rejîma Esed yekemîn tirorist e, û ew e ê ku rêxistian “Daiş” çêkir, ji ber valahiya ewlekarî ku di welat de peyda kir, û ji ber rizgarkirina wî ji girtiyên rêxistinê ji zindanên xwe”.
Xardî pirsyar kir çawa Rûsya vê yekê dixwaze û ew û civaka navdewletî xweş dizanin ku rejîma Esed di şerê tirorê de nabe hevpar, ji ber bi hemû awayan û bi çekê kîmawî êrîşî sivîlan dike, di koçkirina penaberan de berdewam e, hemû mafên mirovan binpê dike, milletê Sûriyayê ji ber dozkirina azadiyên pêwist ceza dike”.
Herweha Xadirî hevrêziya Rûsî bi rejîma Esed re li ser zimanê wezîrê Karê Derve ê ku erêkirina xwe li ser destwerdana leşkerî di Sûryayê de ragihand, doza wî a tekane hevrêziya pê re bû, bê ku guh bide jiyana sivîlan şermezar kir.
Xadirî dîsan tekez kir: ” Artêşa Azad yekem Artêşa ku şerê “Daiş” di dawiya sala 2013an de kir, û di destpêka sala 2014an ew ji gundewarên Idlib û Helebê qewirandin, civaka navdewletî xwestekên şoreşgeran bi piştgirya leşkerî paşguh kir, di dema ku rejîma Esed bi şerê millet Sûrî mijûl bû, çekê kîmawî ê ku hîn sê wargehê wî ji wan hene û dagîrkirê Israîlî cihê wan dizane bikar dianî”.
Jêder: Hevbendî