Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Damezirandina Komîta Olompî Sûrî ya demkî pesend dike. Bi armanca rêxistnkirina hemû Desteyên Werzişî û Werzişvanên Sûrî yên li hundir û derveyî Sûriyê di vê Komîtê de, dako nûnerîtiya Sûriyê di Civîn û çalakiyên Erebî û Navdewletî de bikin.
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdililah Fehed got: “Di nav koçkiriyên Sûrî de û li herêmên rizgarkirî û li Kampan, gelek kesên werzişvan yên ku karînên xwe yên werzişî diyar kirin, û eger guhdan û rêkxistin û çavdêrî û rêdana dirist ji bo wan hebe, ew li ser asta Erebî û Cîhanî xwedî pileyên bilind in di werzişê de”, û bêtir got: “ji ber evê yekê û ji ber ko dilê me bi ser xortên me û behredariya wan ve ye, tako bêsûde neçe, Hevbendiyê Komîta Olompî Sûrî Ya Demkî damezirand, û ew kir nûner û guhdêra Werzişvanên Sûrî”.
Emîndarê giştî yê Komîtê Rahêner û dadwerê navdewletî di karatê de, Ehmed Elelî, diyar kir ko damezirandina Komîta Olompî ya demkî bi amanca amakirina dezgeheke werzişî yasayî û rewayî da karê werzişvaniya Sûrî têkeve çarçoveyeke fermî û yasayî, û Yektiyên lîstikên werzişî yên corbicor damezirînin. Di pê re dê ji bo kongirê giştî yê werzişa Sûrî vexwendinek çê bibe, dê di kongir de komîta Olompî ya herdemî bête hilbijartin, û doz li hemû birayên wezişvan bibe dako digel hev kar bikin û hemû karînên werzişî bi yek bikin.”
Elelî got: “ji ber ko gelek aliyên werzişî bêyî sîwaneke fermî an yasayî çê bûne, me peywendî girêdan bi kadir û qehremanên xwedan çalakiyên navdar û xwedanê karînên serpereştî re, yên ko dîrokeke wan ya mezin li meydana Erebî û navdewletî heye”
Elelî tekez kir ko Komît dê “bi fermî û yasayî çavdêriya karê werzişî bike, û ew dê dengê werzişvanan li Civîn û çalakiyên Navdewletî yên Erebî û Cîhanî be”.
Û destnîşan kir ko “peywendî bi aliyên Erebî û navdewletî yên taybetmedar hatiye kirin, û ya herî berz Komîta Olompî ya navdewletî û Komkara Dewletên Erebî û Wezareta Xortan ya Tirkî”.
Komîta Olompî Sûrî ya demkî, ji birêzan Meder Hemad Elesed (Serok) û Besam Herate (Cîgir) û Ehmed Cemîl Elelî Emîndarê giştî û endametiya Ednan Qedûr Eymen Qaşît Hesen Derwîş, Xalid Elfereh, Telal Elmicbil û Menar Şilaş pêk tê.
Jêder: Hevbendî