Bi sedema bombebarankirina firokên şer yên Rûsiya û hilîkopterên rêjîma Esed li ser tax û gundewarê Helebê, her ji sipêdeya îro ve, bêhtir ji 55 sivîlan şehîd ketine û nêzîkî 250 birîndar bûne.
Ku firokên Rûsiya li sipêdeya îro baseke sivîlên koçber ya ji Helebê ber bi gundewaran ve diçû, li ser riya kastîlo bombebaran kir, û têde 10 sivîl hatin şehîdkirin û yên din birîndar bûn, ku riya kastîlo takerê ye bo derbasbûna sivîlan û alîkarî û keresteyên xwarinê bo nav taxên Helebê, herwiha di êrîşeke esmanî de li ser taxa Elkelasê 3 kes hatin kuştin, her wiha 6 kesên din bi avêtina bermîlên teqîner li ser herdu taxên Elensarî û Bistan Elqesir de hatin şehîd kirin, û 13 taxên din rastî êrîşan hatin.
Li aliyek din bi dehan kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin di bombebarankirina bajarokên Hirêtan û Endan û Keferhemra û navçeya Elmelah li gundewarê bakurê Helebê di hejmarek êrîşên firokên şer yên Rûsiya de, û li aliyek din hêzên Esed bi hilîkopterên xwe, bajarokê Xan toman û Telet Elîs û derdora bajarokê Elzirbe û riya Şam – Heleb û navçeya Îkarda li gundewarê başûr bombebaran kirin, hevdem digel topbarankirina navçeyê bi top û topxaneyan.
Herwiha firokên şer yên rêjîma Esed herdu bajarokên Kefernaha û Eyncara li gundewarê başûr bombebaran kirin, hevdem digel gulebarandina top û mûşekan li ser Gundê Endezyaran yê Yekem, ku têde çend kes şehîd û birîndar ketin.
Û niha li bajarokên bakurê Helebê, pêleka mezin ya koçberiyê ber bi gundewarê rojava û Idlibê diçe, ji ber bombebarankirina rojane û berdewam, û ji ber êrîşên rêxistina DAÎŞ ya terorîst û êrîşên milîsên PYD’ê yên piştevaniya rêjîma Esed dikin di êrîşan de.
Li aliyek din, tabûrên şoreşgeran her ji sipêdeya îro ve, karîn çend xalên giring ji dest rêxistina DAÎŞ’ê bistînin, ku duhî pêncşemê bi şev DAÎŞ’ê dest danîbû ser, û hin çekdarên DAÎŞ’ê hatin birîndarkirin û kuştin, û şoreşgeran piştî şer û pevçûnan li dijî milisên Îranê û hêzên rêjîma Esed, bi dehan çete ji wan kuştin û karîn gelek deverên gundê Me’irata û ambargehên Xan Toman li başûr kontirol bikin.
Jêder: Hevbendî