Duh roja înê, tabûrên şoreşgeran piştî şer û pevçûnan li dijî hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê, karîn çend bajarok û pêgehên leşkerî kontrol bikin, piştî ku hêzên Esed duh bajarê Helebê armanc kirin û zêdetir ji 60 kesî şehîd xistin.
Û Şoreşgeran dest bi armanckirina çeperên hêzên Rêjîmê li ser eniya Elhemêra û derdora Xan Toman û hin gundên din, bi topxaneyên giran û bi hawin û tankan kirin, û paşê Şoreşgeran êrîşeke bejayî pêkanîn, û têde bajarokê Me’irata û Elqel’eçiye û Elhemêra û Tilal elqerasî û navçeya Elsatir û enbarên Xan Toman û ketîbeya bergiriya esmanî û enbarên sûtemeniyê û çekkirinê û hin xalên din kontirol kirin.
di encama şer de, bi dehan serbazên hêzên Esed û çeteyên milîsên olperest hatin kuştin, û hindek bidest hatin dîl kirin, di nav wan de kesên bi regez Îranî û Afxanî hebûn, her weha komeke çek û teqemenî hatin bidestxistin.
hin çalakvanan dan zanîn ku tabûrên şoreşgeran hewla standina tevahiya gundewarên başûrê Helebê, û qewitandina hêzên Rêjîmê û hevalbendên wê ji navçeyê didin, nemaze piştî bidestxistina gundê Xelse, ku rê xweş dike li pêş kontirolkirina gundên Birinê û Zîtan û Qel’eçiyê, herwiha ku wê riyên dîtir vebin di navbera Helebê û gundewarê rojava û başûr de.
Û nêzîkî heyvekê heye ku bajarokên gundewarê başûrî Helebê rastî êrîşên esmanî yên dijwar tên ji aliyê firokên şer yên Rûsiya û hilîkopterên rêjîma Esed, ku duhî 23 taxên Helebê û çend bajatokê gundewarên bakur û rojava rastî êrîşan hatin, û di encamê de zêdetir ji 60 sivîlan hatin şehîd kirin, ku di nav wan de 22 zarok hebûn, û bidehan sivîl hatin birîndar kirin.
Herwiha li bajarokên bakur û rojavê Helebê pêleke din ya koçberiyê ber bi navçeyên Idlibê destpêkiriye, bi sedema bombebarankirina berdewam û ya rojane û her weha ji ber êrîşên rêxistina DAÎŞ ya terorîst û milîsên PYD’ê yên piştgiriya hêzên Esed di êrîşan de dikin.
Jêder: Hevbendî + Smart