Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê di çarçova hevdîtineke taybet de bi balyozên dewletên dostên gelê Sûriyê re, daxwaza bizavek navdewletî ya bilez kir bo rawestandina destdirêjiya Rûsiya li ser hemû bajarên Sûriyê bi giştî û li ser gundewarê bakurê Humisê bi şêweyekî taybet.
Herwiha Desteya Siyasî şirovekirinek li ser kuştarên firokên Rûsiya derheqê sivîlan û li dijî artêşa Azad li Humisê bi awayekî taybetî û her weha li ser Heleb û Idlib û Hema û laziqiyê û Şam û gundewarên wê pêşkêş kir.
Desteya Siyasî du name radestî balyozan kirin ku di wan de tekezî hatiye kirin ku dagîrkariya Rûsiya hêzên opozisyona lîbral û sivîlan ne rêxistina terorîst DAÎŞ armanc dike, û her weha di nameyê de hat ku êrîşên Rûsiya bi awayekî rasterast û nerasterast heryek ji rêjîmê û DAÎŞê bihêz dike û piroseya siyasî li sûriyê têk dibe.
Desteya Siyasî pêwîstiya bilindkirina asta alîkariyên mirovî û leşkerî ji balyozan re diyar kirin , ji bona parastina sivîlan û rawestandina êrîşên Rûsiya yên berdewam li ser sivîlan bi hemahengiyek bêsînor ligel rêjîma Esed û Îrana dagîrker.
Jêder:Hevbendî