Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê rêz û sipasiya xwe nîşan da li hember bizavên dibin ji bo gihiştina rêkeftineka agirbestê ya giştgîr, ku têde sercem kar û kiryarên leşkerî li seranserê qada Sûriyê bêne rawestandin, nemaze destxweşiyê li hewlên Tirkiyê kir.
Hevbendiyê îro di daxuyaniyekê de ji hemû aliyan daxwaza serxistin û pêgiriya bi birgên wê kir, ji bo têkşikandina hewlên Îranê û milîsên wê yên hewla dirêjkirin û gurkirina agirê tundutîjiyê dikin.
Hevbendiyê tekez kir ku artêşa azad wê pabend be bi rêkeftina agirbestê, hevdem ku ewê bersivê bide hember her binpêkirineke bibe ji aliyê milîsên Îranê û yên Bişar, wek heman binpêkirinên berê.
Daxuyaniyê bal kişand ku agirbest, bi xwe birgek serekî ye ji birgên biryara 2254 ya encûmena asayîşa navdewletî ya li sala 2015, û dibe binyat ji bo peydakirina seqayekê guncayî ji bo serxistina piroseya diyalogê, li kêlek rawestandina kiryarên koçbarkirina neçarî û gihandina alîkariyên mirovî bi çavdêriya NY ji navçeyên dorpêçkirî re, tevî herdu Xûta rojhilat û rojava û Medeya û wadî Bereda li gundewarê Şamê û taxa Elwe’r li Himusê û li sercem navçeyên din.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê