Hêzên Rêjîma Esed bombebarana xwe li ser bajarokê Xûta Şamê û herêma Wadî Bereda li gundewarê Şamê bêtir kirin, bi firokên cengê û topa giran taxên niştecihan û dikanên bazirganiyê û navendên jîndar armanc kirin, û di encamê de 13 kes şehîd ketin û bi dehan birîndar bûne.
Çalakvanan ji bajarê Dûma li gundewarê Şamê gotin, firokên ku tên gumankirin Rûsî ne, bajarê Dûma bi sê êrîşan amanc kirin, di encamê de 5 kes şehîd ketin û 2 zarok di nav wan de hebûn, hinên din bireîndar bûne ji encama ko dibistaneke seretayî amanc kirine. Û diyar kirin ko bombebaranek mîna vê dibistaneke din li hindirê bajêr amanc kir, û hinek ziyan lê bûne.
Û çalakvanan li herêma Wadî Bereda li gundewarê Şamê, tekez kirin ko firokên cengê û yên perwane yên rêjîmê ji vê sibehê de gundê Besîma û Dêr Miqrin li hindirê herêma Wadî Bereda bi bêtir ji 20 êrîşan û bi dehên mûşekan amanc kirin, û herêmên sivîl lê kom bûne amanc kirine, diyar kir ko bombebaranê çend mal wêran kirine û çend xaniyên din ziyan gihaye wan.
Çalakvanan bêtir got: firokên cengê yên Rûsî û hilîkopterên Esed vê sibehê bi çend êrîşan bajar û bajarokên Heresta û Erbîn û Zemelka û Seqba li gundewarê Şamê amanc kirine. Destnîşan kirin ko bi dehên dûravêjên mûşekan ko jêderê wan hêzên Esed bûn bajarê û bajarokên xûta rojhilat amanc kirine, di encamê de çend kes li Heresta û Erbîn birîndar bûne.
Firokên cengê yên hêzên Esed doh çarşembê taxên sivîlan li bajarê Zemelka bi çar mûşekan amanc kirin, di encamê de sivîlek şehîd ket û yek birîndar bû, û agir bi çend xaniyan ket û wêran bûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê