Hevbendiya Niştimanî Sûrî di agahnameya xwe de dawaza çekên cûreyî ji Artêşa Azad re kir, yên ko dikarin beraberiya Esed û Rêkxistina Daiş bikin, ji bo nehêlana kuştarên ko di dermafê sivîlan de li Herêmê çê dibin, û girtina rê li ber wan.
Û di agahnameyê de hat: Bajarê Kaniya Ereban “Kobanî” ji 20 rojan ve ji aliyê Rêkxistina “Daişê” ve hatiye dorpêç kirin, û li Herêmê dest li ser 67 Gundan daniye, Çeteyên Rêkxistinê ko bigihên navenda bajêr 5 km maye. Hevbendiya Niştimanî “piştgiriya xwe ya tekûz dide xelkên bajêr yên ko ketine ber kuştin û derbideriyê li ser destê kombendên dijminane yên ko ji miletê Sûriyê biyan in.”
Herweha Şandeyekê ji Hevbendiyê serdana kampên penaberên xelkên Kaniya Ereban”Kobanî” kir di hevdîtinê de Şandeyê tekez kir ko “giring e li kêleka xelkên Kobanî birawestin yên ko piraniya wan li ser sînorên Tirkiyê ne û ji ber cenga li Herêmê dibe reviyane.”
Herweha Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Nesir Elherîrî ji Waliyê Sûriyan di serdaneke fermî de jê daxwaz kir da rê li ber penaberên Kobanî vekin û rajeyan bo wan pêşkêş bikin. Ji aliyê xwe ve berpirsê karûbarên Sûriyan li Entabê got Welatê wî amade ye ko destê alîkariyê bide tev ko di dema hêsaniya de em dikin hin kesên xerabiyan dikin evê mijarê delîvedîtin dikin.
Û got: “Desthildarên Tirkî dê pêdiviyên gerek ji xelkê re pêşkêş bikin bi hevrêziya bi Komîta Hevbendiyê re bi serokatiya Hisên Ebdullah, herweha Komît ji birêz Hîvaron Şerîf û Welîd Elumerî û Hewas Xelîl pêk tê. Û di dema hevdîtinê de Elherîrî helwesta Tirkiyê ya ko piştgiriya Şoreşa Sûriyê dike destnîşan kir, herweha bi hevkariya bi şendeya Hevbendiyê re ya ko berpirs e di karûbarên Sûriyên ko li Tirkiyê ne ” planên stratîcî û tektîkî ji bo beraberiya bobelata penaberan bikin danîn, ev bobelatên ko tên serê hemû Sûriyan bi hemû berên xwe ve bi encama karên tirorist yên ko Rêjîm yekser piştgiriya wan dike da tevliheviyên sivîlî û leşkerî yên li herêma Rojhilata Erebî çê dibin bihêle.”
Jêder: Hevbendî