Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê bifermî daxwaz ji Amerîka kir bi gihandina alîkariyên mirovî bi rêka esmanî ji bona xelkê dorpêçkirî li Medaya û Zebedanê û Me’edemiyê û Dêrazorê û tevaya navçeyên dorpêçkirî, herwiha tekezî li ser giringiya standina Civaka navdewletî ji helwestek vebir e derbarê tawanên berdewam yên mîlîşiya Hesen Nesirulah û Bişar Esed li dijî gelê Sûriyê kir.
Îro roja şembiyê û di hevdîtina Desteya Siyasî digel Şanderê Amerîka yê taybet bo Sûriyê Maykil Rantî de, tekezî hat kirin li ser şermezarkirina mîlîşên Hizibulah û Bişar Esed û dorpêçkirina navçeyan û nemaze li bajarê Medaya li gundewarê Şamê, ku heta niha 35 kes ji birçîna mirine û piraniya wan zarok in.
Di hevdîtinê de herdu aliyan wirdehiyên piroseya danustandinê ya çaverêkirî bête lidar xistin di 25-1-2016an gengeşe kirin. Û ji aliyê xwe ve Hevbendiyê tekez kir ku pêwîte rêjîm bilez dest bi cêbicêkirina rêşûnên di biryara 2254 de hatine bike, nemaze yên di herdu bendên (12) û (13) an de hatine, tevî rawestandina bombebarankirina bitewşî li dijî sivîlan û rakirina dorpêçê ji ser bajarên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî û serbestkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa widabûyî û bêserûşûnan.
Jêder: Hevbend