Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek pîrozbahiyê arasteyî Nûnerên Dewletên Endam yên nû di Encûmena Ewlekariyê de, Hindistan, Meksîka, Irelanda, Kenya, Norwêc, kir, û têde tekezî li ser girîngiya xurtkirina têklî û hevkariyên hevbeş daku bighînin çareya siyasî li Sûriyê kir.
Û Nûnerin nû bi awayekî fermî di civîna yekemîn ya Encûmena Ewlekariyê ya sala 2021an tevlî Encûmena Ewlekariyê bûn, û Elherîrî hêviyên xwe anîn ziman ku sala 2021an sala aştî û geşepêdan û dawiya derdeseriyên mirovahî li her derên cîhanê be.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bo xurtkirina têkliyên hevbeş xebatê dike, her weha xwesipartina ser pabendiya Dewletên Endam yên nû tevlî Encûmena Ewlekariyê bûne li gel dewletên dost û bira ku di piştgiriya gelê sûrî de û pêkanîna hêviyên Sûriyan bo azadî û demoqrasiyê berdewam bin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya berdewamiyê di hevkariya bo bidawîkirina derdeseriyên gelê sûrî bo pêkanîna veguhestina siyasî ya tam û rasteqîn kir, ew jî li gorî daxwiyaniya cinêvê û herdû biryarên Encûmena Ewlekariyê 2018 û 2254 û biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî 262/67, ta bighêje çareya siyasî ya berfireh û hêviyên gelê sûrî pêk bîne, û ji bo ku di derbaskirina vê bobelata dijwar de alîkar be, û dewletekê li ser bingeha azadî û dadwerî û hikumdariya hişmend ava bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî