Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz ji Çînê kir, ji bona standina pêgavên zêdetir ji bona pêşvebirina piroseya siyasî li Sûriyê, da ku dawî li êş û azarên gelê Sûriyê bê, yê ku bû bêhtir ji pêncî salî dibin zordariya rêjîma Esed de dijî, hevdem ku şanderê Çînê yê taybet bo Sûriyê, Şî Şiyaw Yan, tekez kir ku çareseriya siyasî take çareserî ye bo kirîza Sûriyê, herwiha Çîn li hêviya dîtina cîbicîkirina fermanrewî û destûrek nû li Sûriyê ye.
Ev yek hat îro di hevdîtinêkê li Enqera paytexa Tirkiyê, di navbera şanderê Çînê û Şanda Hevbendiyê de ya ku pêk dihat ji serokê Hevbendiyê Enes Ele’bide û herdu cîgirên wî Semîra Elmesalemê û Miwefeq Nêrebiyê, û sikirtêrê giştî yê Hevbendiyê Ebdulîlah Fehid û endamên desteya siyasî heryek ji Ebdukehed Îsteyfo û Hewas Se’dûn û Yosif Mehlî.
Di hevdîtinê de, serokê Hevbendiyê Enes Ele’bide, şirovekirina li ser pêşketinên tevgera şoreşgerî ya zêdetir ji pênc salan pêşkêş kir, û xuya kir çawa Esed berê serbazên niştimanperwer di artêşa Sûriyê da cudabûnê, ji ber redkirina wan ji arastekirina çek û guleyan ber bi singa sivîl û xwepêşanderan.
Ele’bide tekez kir ku hilgirtina çekan wek karvedanekê hat, ji bona parastina xêzanên xwe ji zêdebûna tundutîjiya rêjîma Esed û mîlîşên wê, lewra ev yek bû hokarê ku şoreş ber bi şerê çakdarî biçe, tevî berdewamiya tevgera şoreşgerî ya sivîl heta vê gavê jî.
Ele’bide diyar kir ku xelkê Sûriyê pêgirin bi armancên şoreşa xwe, ku ewjî bidawîkirina rêjîma stemkar û zordest e û avakirina sîstemeke demokratîk a sivîl e, ku têde bê cudahî hemû welatî yeksan bin.
Ele’bide bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî û ji bona pêkanîna armancên şoreşê ber bi mêza danustandinan çû, ji bo dîtina çareseriyekê ku veguhestina siyasî têde dabîn bibe, bi bidawîkirina zilm û zordariya rêjîmê li ser hemû pêkhateyên gelê Sûriyê.
Ele’bide diyar kir ku Rêjîm ne rastgo ye di derbasbûna piroseyek siyasî ya rasteqîn, û niyazek wî ya baş nîne û pabend nabe bi biryarên navdewletî, yên ku daxwaza rakirina dorpêçkirinê ji ser bajaran û serbestberdana girtiyên jin û zarok dikin.
Ele’bide got ku Rêjîm berdewam e li ser pêrewkirina siyaseta birçîkirin û dorpêçkirinê ya digehêje asta tawanên dijmirov, herwiha berdewam e di avêtina bermîlên teqîner li ser navçeyên sivîlan û bombebarankirina nexweşxane û xwendingeh û bazargehan, bi mebesta gihandina ziyanên zêde li xelkê sivîl û neçarkirina wan li ser koçbarkirinê.
Ele’bide got ku rêjîma Esed nahêle alîkarî bigehin navçeyên dorpêçkirî, û dorpêçkirinê jî li ser wan navçeyan hilnayne, ku ev yek binpêkirinek eşkere ye û dijî biryara navdewletî ye.
Ele’bide tekez kir ku şerê li dijî terorê armancek sereke ya hemû xelkê Sûriyê ye, û hemû hêzên artêşa azad di dijberiya rêxistina DAÎŞ de her ji destpêka peydabûna wê û heta niha kar dikin.
Herwiha hêviyên opozisyon û miletê Sûriyê anî ziman derbarê ku Çîn bi rolekî karatir rabe, ji bona pêşvebirina pêvajoya aştiyê û dîtina çareseriyek siyasî ji veguhestina Sûriya bo dewletek dad û demokratîk, ku têde yasa û yeksanî bêcudahî bo hemû welatiyan serwer be.
Ele’bide, derbarê pirsa şanderê Çînê li ser mijara rola Esed di qonaxa veguhêz de, got ku “helwesta me xuya ye, Esed berpirs e di ber tawanên mezin û kirêt de li dijî gelê Sûriyê, û ev yek ligor NY, pêwîst e ku Esed ne beşek ji paşeroja Sûriyê û nejî ji pêvajoya veguhêz be”. Weha jî got ku ” mana Esed li ser desthilatê di qonaxa veguhêz de, û heta bi desthilatdariyên sînorkirî jî be, wê bibe sedema têkşikestina piroseya siyasî, lewra ya baş em dibînin ku Esed ne beşek ji qonaxa veguhêz be”.
Ji aliyê xwe ve, şanderê Çînê tekez kir ku çareseriya siyasî ew take çareserî ye bo kirîza Sûriyê, û diyar kir ku faylên mirovî û rawestandina karên dijminkarî û piroseya siyasî bi hevre girêdayî ne.
Herwiha şanderê Çînê cext li ser giringiya hebûna navçeyên vekirî li pêş gihandina alîjariyên mirovî kir, û got ku ” tişta em hewl didin bikin, ewjî ji bona pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ye, û serokê Çînê di destpêka sala nû de pêşkêşkirina komek alîkariyan ragihand û emê berdewam bimînin di pêşkêşkirina alîkariyan de”.
Herwiha diyar kir ku Çîn hêvî dike ku kirîza Sûriyê bidawî bibe, û li hêviya dîtina paşerojeke rasteqîn e li Sûriyê, tevî fermanrewiyek û destûreke nû, û got ku ” ji bo vê yekê em digel aliyên din yên civaka navdewletî kar dikin, û em dixwazin pêşketinekê di gotubêjan de bibînin”.
Jêder: Hevbendî