Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi xurtî tekezî li ser giringiya pabendiya bi biryaarên Encumana Ewlekariyê 2165/2014 bi tevaya xalên wê kir, û bi taybetî tiştê têkildar bi nexwestin libendenemana erêkirina rêjîma Esed ji bo derbaskirina alîkariyan ji deverên azadkirî re yên ji dervî kontrola rêjîmê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de doh, daxwaza lezkirina derbasbûna alîkariyan di rêya derwazên sînorî yên di bin kontrola Artêşa Azad de ne kir.
Û Hevbendiyê matmayîna xwe diyar kir derbarê hewildanên şanderê navdewletî Stîvan Dî Mestora ji bo bidestxistina erêkirina rêjîmê bo derbaskirina alîkariyan, û ew dît wek nakokiyekê bi biryarên Encumana Ewlekariyê re, û wateyê ji Rêkeftina Agirbestê re nahêle.
Û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de amaje kir ku giring e devera kastêlo ji hebûna leşkerî ya Rêjîmê û dagîrkerên Rûsî bê valakirin, û spartina rêvebirina wê bo Neteweyên Yekbûyî, li gor ku alîkarî bi rengek bilez û bê ti cudahî li Helebê û tevaya deverên dorpêçkirî bên dabeşkirin, û xwest ku tevaya bûyerên astengîkirina rêjîmê ji derbaskirina alîkariyan re bên dîkomentkirin her wekî belgekirina binpêkirinên agirbestê.
Û Hevbendiyê cext li ser giringiya rawestandina kiryarên koçbarkirina neçarî kir, ku hêjî rêjîm tê de berdewam e, tevî hebûna agirbestê jî, , û bi rêka wê û di bin gefên bombebarankirinê û qirkirinê de hewla koçbarkirina xelkê Ewle’r li Himusê û xelkê Me’demiya Şamê dide, herwiha gefên koçbarjirinê li xelkê herdu navçeyan kirine, dibin gefxwarinên bombebarankirin û qirkirinê de, ku ev yek binpêkirinek eşkere ye ji agirbestê re û herwiha hemû bizavan yên ji bo peydakirina seqayekî alîkar ji bo destpêkirina danustandinan dibin, carek din beravêtî dike.
Jêder: Hevbendî